Li Kolikê gundek ji ber Vîrûsa Koronayê kirin bin karantînayê

  • 14:19 25 Adar 2020
  • Rojane
SEMSÛR - Hat ragihandin ku gundê Bildiyan yê girêdayî navçeya Kolika Semsûrê hildane bin karantînayê. Hat angaştkirin ku welatiyek 65 salî ku testa vîrûsê pozîtîf pê re derketiye wî ji bo dermankirinê birine Dîlokê. 
 
Hat zanîn ku ji ber li gundê Bildiyan yê girêdayî navçeya Kolika Semsûrê di welatiyek de vîrûsa koronayê hatiye tespîtkirin, gund kirine bin karantînayê. Têketina gund û derketina ji gund hat qedexekirin. Kesên bi vî welatiyê ku korona lê peyda bûye ketine temasê jî hildane bin karantînayê. Hat gotin welatî ji bo dermankirinê rakirine Dîlokê. Xebatkarek tenduristiyê ragihand ku ev kes 65 salî ye û ji ber ku li Stenbolê yên ji Umrê hatiye wan ziyaret kiriye û pişt re vegeriyaye Kolikê.