Li Reqayê 400 dibistan hatin dezenfektekirin

  • 09:46 25 Adar 2020
  • Rojane
REQA - Komîteya Tenduristiyê ya Meclîsa Sîvîl a Reqayê di çarçoveya tedbîrên li dijî Vîrusa Korona li Reqayê 400 dibistan dezenfekte kir. 
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî li dijî Virusa Korona  ya li cîhanê belav bûye xebatên girtina tedbîrê didomin. Komîteya Tenduristiyê ya Meclîsa Sîvîl a Reqayê di çarçoveya tedbîrên li dijî Vîrusa Korona li Reqayê 400 dibistan dezenfekte kir. 
Hevserokê Komîteya Tenduristiyê Muhened Kakecî got:”Wekî Komîteya Tenduristiyê em tedbîrên li dijî Virusa Korona digirin. Li Reqayê tespîtek Virusa Korona hat kirin. Di dema qedexeya derketina derve de em plan dikin hemû cihên hevpar tên bikaranînin dezenfekte bikin.”