Li Girtîgeha Sîncanê testa girtiyekî pozîtîf derket

  • 09:38 25 Adar 2020
  • Rojane
ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû, diyar kir ku li Girtîgeha Sîncanê testa vîrûsa korona ya girtiyekî 70 salî pozîtîf derketiye.
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, diyar kir ku li Girtîgeha Sîncanê testa vîrûsa korona ya girtiyek 70 salî pozîtîf derketiye. Omer Faruk, li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê bûyerê de ev agahî da: “Li Girtîgeha Sîncanê, mixabin girtiyek 70 salî bi Koronayê ketiye. Ev girtî di qawîşa L 2 C9 de dimîne. Midurê girtîgehê rewş ji wezaretê re ragihandiye.” 
 
Omer Faruk, di parvekirina xwe de Wezareta Dadê etîket kir û got: “Ev 2 hefte ne ji bo rewşa lazgîn a mijarê em di qilqilîn, lê em daxuyaniyên vê yekê paşguh dikin dibihîsin. Divê demildest paketa adîlane, înfaza wekhev û darazê derbikeve.”