‘Em ê nehêlin perwerde bibe amûra propgandaya îktidarê’

  • 09:17 25 Adar 2020
  • Rojane
AMED - Emîne Akşahîn diyar kir ku programa perwerdeyê nexwedî binesaziyek qayîm e di aliyê civakî, aborî û erdnîgariyê de. Emîne di axaftina xwe de bal kişand ser dîmenên di roja yekem de hatine nîşandan û wiha got: “Derûniya zarokan nehatiye fikirîn,  kîn û nefretê li wan tê empozekirin. Em ê nehêlin perwerde bibe amûra propagandaya îktidarê.”
 
Vîrusa Korona (Covid-19) a ku di Berfanbara sala 2019’ an de li Vuhana eyaleta Hubey a Çînê derketiye bi lezeke mezin cîhan xist bin bandora xwe. Tirkiye di nav de hemû welatan navber da perwerdeya dibistanan. Piştî hefteyek navber ket dibistanan êdî ji yekşemê vir ve wê ji dûr perwerde were dayîn.  Endama Egîtîm-Sen ê  Emîne Akşahîn di vê pêvajoyê de pirsgirêkên di sîstema nû ya perwerdeyê de derkevin û dîmenên îdamê ên hatine nîşandan nirxand.
 
‘Di sîstema perwerdeya nû de binesaziyek lawaz heye’
 
Emîne diyar kir ku tendurustiya mirovan li ser her tiştî re ye. Emîne, got:”Divê em pişgirê tedbîrên ji bo ewlehiyê tên girtin bin. Programa perwerdeya ji dûr a di 23’yê Adarê de hatiye destpê kirin wê cihê perwerdeya li dibistanê negire.” Emîne bal kişand ser pêwîstiya faktorên temamker û wiha berdewam kir: “Perwerdeya ji dûr di aliyê civakî, aborî û erdnîgarî de xwedî binesaziyk lawaz e. Ji bo ku ev sîstema perwerdeyê bi berhem derbaz bibe divê xebatê dirêj li ser werin meşandin. Perwerdehiya resmî pêvajoyek fêrbûnê ye ku tê de hemû xwedekar bi wekhevî, bê pere sûd jê wergirin, li rexa wê divê bi heval û mamosteyên xwe re di nava têkiliyê de bin. Civaknasiya xwendekarên me qada ku lê tev digerin û tê de di nava hevgirtinê de ne ye. Di vê pêvajoyê de  mamoste û xwendekar weke dem û cîh ji perwerde û hîndekariyê serbixwe berdewam dikin. Ev jî wê bi xwe re rê li ber pirsgirêkên mezin veke. Wê malbat û xwendekar ji pirsgirêkna bijîn. Em berê her tiştê hêvî dikin ku xwendevan bi awayekî tendurust vê pêvajoyê derbaz bikin û vegerin dibistanên xwe. Li rexa wê em dixwazin xwendevan programa Wezîrê Perwerdehiyê a Neteweyî pêşkêş kiriye bişopînin.”
 
‘Îktidar li pey berjewendiyên xwe yên siyasî ye’
 
Emîne diyar kir, li Tirkiyeyê tendurustiya gel di nava metirsiyê de ye, qeyrana aborî zêde ye, di bin derfetên lewaz de perwerde tê dayîn  û wiha got:”Hikumeta AKP’ê civakê bi hişmendiya takekesî dide meşandin. Hikumet ji bo vê polîtîkaya xwe ya qirêj bi rê ve bibe her rêyê dide meşandin. Îktidar li pey berjewendiyên xwe yên siyasî ye.”
 
 Emîne wiha berdewam kir: “Ji bo hikumet civakê li gor hişmendiya xwe dîzayn bike sîstema perwerdeyê ji xwe re kir amûr. Bikaranîna programa perwerdeyê re hewil dide fikrê xwe yê sîyasî enjekteyê mejiyê xwendekar bike û bi vî awayî li civakê belav bike. Di roja yekem ya perwerdeyê de dîmenên trajîk ji bo xwendekaran hat pêşkêşkirin. Ev nêzîkatiyek ji aqil dûr e. Derûniya zarokan nehatiye fikirîn, hastên tijî kîn û nefret empozeyê wan hatiye kirin. Em hêvî dikin ku ji xetaya hatiye kirin gav paşde were avêtin. Pêwîst e di sîstema perwerdeyê de, zanist, rêbazên demokratîk  û rêbazên hemû civakê temsîl bike were bikaranîn.”
 
‘Dixwazin civakê ji hev dûr bixin’
 
Emîne anî ziman ku Hikumeta AKP’ê berê niha jî di erdheja Xarpêtê de heman rêbaz bi kar anîbû û wiha got: “Di wê pêvajoyê de hikumetê got wê tenê alîkariyên ji dewletê tê were girtin. Alîkariyên ji deverên din tên tev hatin redkirin û nehiştin bikeve  bajêr. Bi vî rengî xwest darbeyê li hevgirtina civakê bide, ango civakê ji hev dûr bike. Em di rojên pêşiya me de jî programê bişopînin. Em ê destûr nedin ku perwerde bibe amûra sîyaseta îktidarê. Ji bo tiştên hatine jiyîn jî em ji rayedaran daxuyanî dixwazin. Em bang dikin ku hikumet dev ji êrişên xwe yên li hemberî civakê berde.”
 
‘Derfetên ji bo perwerdeyê werin afirandin di destên îktidarê de ye’
 
Emîne herî dawî cih da van peyvan: “Ev pêvajoya zor em ê bi hevgirtinê re derbas bikin. Weke hemû rêxistinên din em weke xebatkarên perwerdeyê em ê tişta ji destê were bikin û em ê şopdarê pêvajoyê bin. Berpisyariya dikeve li ser milê me em ê bi cîh bînin. Em ê pêvajoyê ji nêz ve bişopînin. Li rexa wê ger pêşniyarên me hebin em ê ji rayedaran ragihînin ango civakê bi zanist bikin. Em ê vê pêvajoyê bi berxwedanek hevgirtî re derbaz bikin û vê karastetê bi pirsgirêkên herî kêm re derbaz bikin. Pêwîst e hikumet jî di vê xalê de zimanê xwe li hemberî civakê biguhere. Divê ne hêzê bi kar bînin, pêwîst e hemû zanistan bi hasasiyetek mezin re ji raya gişti re ragihînin. Divê bi bawerîdayînê re rê nîşanî civakê bide. Divê perwerde bi bi şert  û mercên wekhev were dayîn.”