‘Qeyûm tenê cihê tê dîtin dezenfekte dike’

  • 09:10 25 Adar 2020
  • Rojane
WAN - Li Ebex a Wanê ku sînorê wê bi Îrana ku vîrusa korona lê belav bûye, heye, tu xebat nayê kirin û şaredariya di destê qeyûm de ye li dijî vîrusê tu tedbîrê nagire. Li Erdîşê jî welatiyan diyar kirin ku qeyûm tenê cihên ku tê dîtin dezenfekte dike. Welatiyan got ger paqijî nayê kirin jî bila qe nebe alavên paqijiyê bidin gel.
 
Ji ber vîrusa korona ya li cîhanê belav bû bi giştî li cîhanê ji 11 hezarî zêdetir kesî jiyana xwe ji dest dan. Li Tirkiyeyê jî vîrus her diçe belav dibe. Welatiyên Wanê ku sînorê wê bi Îrana ku vîrus lê giran bûye, fikarên wan her diçin zêde dibin. Navçeya Ebex a Wanê di sînorê Îranê de ye û derbasbûnê riyên kaçax jî xetereyek mezin diafirîne.
 
Hevşaredarê HDP’ê yê Ebexê Faruk Demîr ku qeyûm tayînê şûna wî bû, diyar kir ku qeyûm ji bo navçeyê tu tiştekî nake û got: “Tu tedbîrek cidî nehatiye girtin. Gel û esnaf nayê agahdarkirin. Li navçeyê gele salonên okey û kafe vekirîne. Tu mudaxale nehatiye kirin. Tu xebateke li ber çavan a şaredariyê tune ye.”
 
‘Gundên sînor di bin xetereyê de ye’
 
Faruk daxuyakirin ku vîrus li Îranê her diçe belav dibe û navçeyên sînor jî ji ber vê di bin xetereyek mezin de ne û got: “Niha deriyên sînor girtine. Lê kesên bi riya kaçax dikevin hundir hene. Ji bo vê jî tu tedbîr nayê girtin. Li gundên Ebexê gelek kes bi riyên kaçax tên. Em dizanin ku ev penaber bi kîjan şertan tên. Ev mirov bi rojan di riyan de tên. Av, sabûnê bi rojan nabînin. Dewlet û hêzên ewlehiyê bi kesên bazirganiyê re dikin, hevkariyê dikin. Ev kes di kontrola tenduristiyê de nayên derbaskirin. Divê ev kes bikevin bin karantînayê.”
 
‘Tenduristiya me evqas dewletê eleqeder dike qey?’
 
Welatiyên li Erdîşê dijîn jî gotin tedbîrên tên girtin qels in. Ji welatiyan Fevzî Can got tenê cihên tên dîtin tên dezenfektekirin û got: “Tenê çend cihên tên dîtin tên dezenfektekirin. Yanî qerfên xwe bi tenduristiya gel dikin. Nikaribin tiştekî bikin jî bila bi ava golê bajar bişon. Tenduristiya me evqas dewletê eleqeder dike qey? Pratîka qeyûm li ber çavan e. Li Erdîşê ne nexweşxane û ne jî xebatkarên tenduristiyê têr dikin.”
 
‘Ji bo reklamê kolana şaredariyê dişon’
 
Welatiyek din jî got gel bi fikar e û ev tişt got: “Qeyûm ji bo reklamê kolana şaredariyê dişo. Piştre di çapemeniya civakî de parve dike. Alavên paqijiyê jî biha bûne. Kontrolek nayê kirin. Divê demildest tedbîr bên girtin.”
 
‘Qeyûm xebatên dezenfekteyê nake’
 
Welatiyek din jî got xebatên qeyûm yên vîrûsê bi çend cîhan sînor e û got: “Li aliyê Geliyê Zîlan tiştek nayê kirin. Divê gel di vê mijarê de hişyar be. Tu ximzeta qeyûm tune ye di vê mijarê de . Qe nebe em tedbîrên xwe bigirin û destên xwe her tim bişon.”
 
‘Bila alavên paqijiyê bidin gel’
 
Welatiyek din jî got tedbîrên li dijî vîrusê qels in û wiha dawî lê anî: “Xebat bi sînor in. Li nav bajar çop nayê komkirin. Gel agahdar nakin. Divê qe nebe alavên paqijiyê bidin gel.”