‘Heta stasyona avê di bin kontrola dewleta tirk de be, dê gel kirîzê bijî’

  • 09:03 25 Adar 2020
  • Rojane

Ronîda Hacî

HESEKÊ - Hevseroka Navenda Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed teqez kir ku heta stasyona avê di bin kontrola dewleta tirk de be, dê gel kirîzê bijî.

Dewleta tirk û hevkarên wê di 9'ê Cothemê de êrîşî bajarê Girê Spî û Serê kaniyê kirin û di encamê de bi hezaran kes koçber bûn û berê xwe dan bajarê Hesekê û navçeya Til Temirê. Dewleta tirk  sê caran ava Elokê dide rawestandin, carek din stasyona ava Elok da rawestandin û rê li ber karmendên ava Elok girt û nehiştin derbasî stasyonê bibin û bi karê xwe rabin. Têkildarî mijarê Hevseroka Navenda Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed ji ajansa me re axivî.

'Armanca dewleta tirk ew e ku  gel di kirîzekê de bijî'

Sozdarê bal kişand ser girîngî û hesasiyeta pêvajoya ku gel tê de derbas dibe û wiha pê de çû: "Stasyona ava Elok ev cara sêyemîn e ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve tê rawestandin, stasyona Elok ji bo gelên Kantona Hesekê pir girîng e, ava wê digihişt Hesekê, Hol, Şedadê ,Til Temir û  Dêra Zorê. Gel di pêvajoyek pir hesas re derbas dibe, ji aliyekî dagirkerî, koçberî û li aliyekî din jî Vîrûsa Korona. Qutkirina ava Elok dê kirîzekê ji gel re ava bike. Heta ku stastyona ava Elok di bin dagirkeriya dewleta tirk de be, dê gel bi rehet nejî."

‘Qutkirina ava Elok yek ji pilanên tunekirin û avakirina kirîzan e'

Sozdarê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser ava Elok û wiha anî ziman: "Qutkirina ava Elok dê kirîzek cidî di vê rewşê de bide avakirin, ji ber ku em di rewşekê de ne, nabe kombûyîn were çêkirin da ku Virûsa Korona neyê belavkirin. Belavkirina avê jî dê zehmet be, qutkirina avê jî yek ji pilanên tunekirin û avakirina kirîzan e."

'Hemû derfetên me di bin xizmeta gel de ne'

Sozdarê diyar kir ku çi derfet di destê wan de heye wê bixin xizmeta gel  û wiha got: "Em ê hemû derfetên xwe têxin bin xizmeta gel, dema stasyon dihatin rawestandin me bi sahrîcên avê bi alîkariya şaredariya gel û QSD’ê av li gel belav dikir, em ê bi rêxistinî avê li gel belav bikin da ku kombûn çênebe û gel jî bê av nemîne."

Sozdarê di dawiya axaftina xwe de  bang li saziyên mafê mirovan kir ku çareseriyek ji bo istasyona ava Elok were dîtin û got: "Heya stasyona Elok di bin dagirkeriya dewleta tirk de be gel dê her rastî kirîzan were."