ROJEVA 25’Ê ADARA 2020’AN

  • 09:00 25 Adar 2020
  • Rojev
*Şanoya Bajêr a Amedê li gel hin komên şanoyan ve dest bi xebateke nû kir. Şanoger Şîlan Alagoz anî ziman ku temaşevan bi nivîsên skêçan dikarin piştgiriyê bidin û ew bi xebateke wiha komîn dikarin bigihêjin hev.
 
*Têkildarî bandora Vîrûsa koronayê ya li ser civakê Parlementera HDP’ê ya Mûşê  Gûlîstan Kiliç Koçyîgît axivî. Gûlîstanê diyar kir ku li gel pêşketina kapîtalîzmê nexweşî pêl bi pêl mezin bû û got ku civak encax dikare bi rihekî hevpar vê nexwweşiyê derbas bike. 
 
* Hevseroka Navenda Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed teqez kir ku heta stasyona avê di bin kontrola dewleta tirk de be, dê gel kirîzê bijî.
 
* Li Tirkiyeyê Vîrusa Korona belav bû û li Wanê jinan diyar kirin ku wesayîtên veguhetina komî, mînîbus nayên dezenfektekirin, tax nayên paqijkirin û gotin divê demildest rayedar tedbîran bigirin. DÎMEN HEYE
 
*Aktîvîsta mafê zarokan û şêwirmenda psîkolojîk Huner Aydin, ji bo di pêvajoya vîrusa korona de zarok pêvajoyek baş derbas bikin, pêşniyar ji bo malbatan kir û got divê zarokên li girtîgehan jî bên tehliyekirin.
 
* Riza Er yê ku Mehtap Er û dayika wê Muazzez Kinay qetil kir, salek û nîve ji doza tê darizandin hîna ceza nehatiye dayîn. Nurdan Ceylan ji bo xwişk û dayika xwe edelet xwest û got: “Xwişka min bi qerîn mir. 6 caran biryara parastinê girt. Lê dadger, dozger û emniyetê xwişka min neparast. Yên cil û bergên tim li xwe dikin, dibêjin ‘me ji bo namûsê kuşt’ û xwe wisa xilas dikin.”
 
*Medîne Gedîk ya li Pilurê esnaf e, diyar kir ku gelê herêmê ji hilberînê hatiye qutkirin û di encama polîtîkayên şaş de gel xizan bûye û got: “Ez êdî nikarim pêşiya xwe bibînin. Tabloyek reş heye. Em êdî nikarin xeyalan jî bikin. Xeyalên me ji destê me girtin.”
DÎMEN HEYE
 
* Li Ebex a Wanê ku sînorê wê bi Îrana ku vîrusa korona lê belav bûye, heye, tu xebat nayê kirin û şaredariya di destê qeyûm de ye li dijî vîrusê tu tedbîrê nagire. Li Erdîşê jî welatiyan diyar kirin ku qeyûm tenê cihên ku tê dîtin dezenfekte dike. Welatiyan got ger paqijî nayê kirin jî bila qe nebe alavên paqijiyê bidin gel.
 
* Li New Yorkê di 1911’an de di şewata li Fabrîka Trîangle de derket 123 karkerên jin jiyana xwe ji dest dan. Binpêkirina keda jinan yên wek hêza erzan a kar tên dîtin, îro jî didome. Lê jin jî li dijî binpêkirina ked û jiyana xwe hîna li berxwe didin.
 
* Emîne Akşahîn diyar kir ku programa perwerdeyê nexwedî binesaziyek qayîm e di aliyê civakî, aborî û erdnîgariyê de. Emîne di axaftina xwe de bal kişand ser dîmenên di roja yekem de hatine nîşandan û wiha got: “Derûniya zarokan nehatiye fikirîn,  kîn û nefretê li wan tê empozekirin. Em ê nehêlin perwerde bibe amûra propagandaya îktidarê.”
 
* Malbatên girtiyan ji bo zarokên xwe yên bi tehdîda vîrusê re hatine rû hev, bên berdan wê daxwaznameyan bişînin ji wezareta dadê re. DÎMEN HEYE