Ji bo parastinê ji Vîrûsa Korana li Şehbayê amûrên paqijiyê hatin belavkirin

  • 15:05 24 Adar 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê ji bo parastina şêniyên Efrîn û Şehbayê amûrên paqijiyê belav kirin.
 
Ji bo parastina gel ji nexweşiya Vîrûsa Korana, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê amûrên paqijiyê li şêniyên Şehba û Efrînê belav kirin. Amûr ji deterjan û dermanên paqijiyê pêk tê. Endamên komînan ji bo ku kombûn li komînan çênebin, amûr li malan belav kirin.
 
Li gor biryara Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşî tevgera gel hatiye sekinandin. 
 
Her wiha hemleya dermankirina mal û taxên Kantona Şehbayê ji bo parastina gel ji Vîrûsa Korana berdewam e.