Li Qamişlo qonaxa duyemîn di meryetê de ye

  • 12:57 24 Adar 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Li gor biryarên Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê heta demek ji bo vîrûsa Korona derketina derve hat qedexe kirin. Tenê tevgera şêniyan ji bo pêwistiyan sînordar e. 
 
Ji bo vîrûsa Korona Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di despêkê dermankirina saziyan dabû despêkirin û di qonaxa duyem de jî derketina derve ji duh ve li hemû qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat qedexe kirin. Tenê tevgera şêniyan ji bo pêwistiyan sinordar e. 
 
Li bajarê Qamişlo hêzên ewlekarî, asayîş, bijîjk û hin erebeyên saziyan dikarin tevbigerin. Her wiha dikanên nan, tiştên zuha,  şînkahî, dermanxane, nexweşxane û navendên tenduristiyê vekirine ji dervayê wê hemû tevger li bajarê Qamişlo hatine rawestandin. Her wiha hêzên ewlekarî dema erebe derbasdibin, bi alavên pêvîna germahiya laş hemû ajokaran kontrol dikin.
 
Jina bi navê Xezal Nexlê Macî ji bo qedexe kirina derve axivî û wiha got: "Rêveberiya Xweser ji bo gel hemû sazî derman kirin û qedexeya derve îlan kir. Em jî ji duh ve dernakevin û ji bo tenduristiya xwe di mala xwe de ne. Ji bo ku em xwe ji vîrûsa Korona biparêzin nahêlin kes derkeve derva û me hemû xebatên xwe dane sekinandin. Em jî dixwazin li gor biryara Rêveberiya Xweser xwe ji vîrûsa Korona biparêzin. Em li mal jî herdem xwe paqij digirin û her daîm destên xwe dişon. Tiştên ku dixwin jî baş dişon wiha dixwin. Her wiha ji bo tedbîrê me hemû tiştên pêwist kirîne û li gor wê me amadekariya xwe kiriye. Em jî dixwazin xwe ji vîrûsa Korona biparêzin ev ji me hemûyan tê xwestin."