Qeyûm hat tayinkirin xebatên dezenfekteyê hatin rawestandin

  • 12:15 24 Adar 2020
  • Rojane
ÊLIH - Piştî ku qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin xebatên dezenfekteyê yên 24 saeta dihati kirin, hatin betalkirin. 
 
Piştî ku Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz, Mehmet Demir û hinek endamên meclîsê hatin binçavkirin şûnde qeyûm tayînî şaredariya Êlihê hat kirin. Piştî ku qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin xebatên dezenfekteyê yên 24 saeta dihati kirin, hatin betalkirin. Do personelên şaredariyê ya di bin dorpêçkirina polîsan de ye negirtin hundur. Vê serê sibehê jî ji xeynî mudurên beşan gazî personelan kirin. Hat hînbûn ku xebatên dezenfekteyê yên şaredariyê yên ji bo Vîrusa Korona nayên kirin.