Testa 395 xwendekarên ji Qibrisê hatin, nehat kirin

  • 12:04 24 Adar 2020
  • Rojane
MÊRSÎN - 395 xwendekarên ku ji Qibrisê anîn Mêrsînê ji ser hesabên xwe yên medyaya civakî diyar kirin ku testa wan a Vîrusa Korona nehatiye kirin. 
 
395 xwendekarên Zanîngeha Lefkoşa Ewropayê ya li Komara Qibrisa Bakur a Tirk, di 23’ê adarê de ji ber vîrusa koronayê ji wargeha ku lê bûn, bi keştiya bar anîn Mersînê. Xwendekaran li Wargeha Xwendekarên Jin a Kirkkaşikê ya li bajar hatin bicihkirin û kirin bin karantînayê. Xwendekaran li ser hesabên xwe yên medyaya civakî têkildarî rewşa xwe parvekirin kirin û ragihandin ku tu bi tu awayî di testên vîrusê re nehatine derbaskirin û di karantînayê de ne. 
Di dîmenan de tê dîtin ku xwendekar, di keştiyê de û li pêşiya wargehê dirûşma “Tirkiye ranekeve li xwendekarên xwe xwedî derkeve” berz dikin. Xwendekar, destnîşan dikin ku piştî ku ji keştiyê peya bûne tenê agirê wan hatiye pîvan.
 
‘Bi darê zorê me ji wargehê derxistin’
 
Ji xwendekaran G.B. ku niha di bin karantînayê de ye, diyar kir ku bi darê zorê ji wargehê hatine derxistin û li şûna bilêta bi 195’TL 450 TL dane bilêta keştiyê. G.B. rewşa wan bi van gotinan anîn ziman: “Têkildarî karantînayê tu agahî ji me re nehat ragihandin. Ji me xwestin ku em kaxizek têkildarî mayîna li malê îmze bikin. Me jî îmze kir lê li Taşûcûyê ji me re negotin ku dê me bibin karantînayê. Li gel westandina me jî bi qasî 2 saetan me li ber deriyê wargehê dan rawestandin. Ne li keştiyê, ne li bêndergehê û ne jî li Mêrsînê tu parastin tunebû. Nêzî 400 xwendekarî di heman keştiyê de anîn. Midurê wargehê ku bi me re hat nekirin karantînayê. Ew berdan. Pêwîstiyên me tam nayên bersivandin. Nanê ku didin pir biçûk in û mirov jê têr naxwe. Vexwarinên germ tune ne. Damacanekî danîne qorîdorê herkes jî wê avê vedixwe. Ev ji bo tenduristiyê ne baş e. Lewre heke kesên bi vîrusê ketibe dê derbasî kesên din jî bibe. Walî gotiye ku me di testan de derbas kirine. Lê em di tu testî de nehatin derbaskirin. Tenê duh serê sibehê hatin agirê me pîvan.
 
Tu pêwistiyên wan nayên bersivandin
 
Xwendekarekî din jî da zanîn ku ji ber ku seferên balefiran betal bûne wan bi zorê bi keştiyeke bar anîne Mersînê. Xwendekar diyar dike ku ji wan re negotine dê wan bikin karantînayê û tu pêwistiyên wan nayên bersivandin.