Li Tirkiyê hejmara kesên ji ber koronayê mirin bû 37

  • 09:11 24 Adar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, hejmara kesên bi şewba koronayê ketine aşkere kir û got: "Di 24 saetên dawî de 3 hezar û 672 test bi dawî bûn. Ji van testan 293 pozîtîf derketin. Ligel hemû hewldanên me, dîsa jî 7 mirovên me yên din jiyana xwe ji dest dan." 
 
Wezîrê Tendursitiyê Fahrettîn Koca, li ser hesabê xwe yê twitterê hejmara kesên bi şewba vîrûsa koronayê ketine aşkere kir. Wezîrê Teduristiyê got: "Di 24 saetên dawî de 3 hezar û 672 test bi dawî bûn. Ji van testan 293 pozîtîf derketin. Ligel hemû hewldanên me, dîsa jî 7 mirovên me yên din jiyana xwe ji dest dan. Em ciwanên xwe hişyar dikin: Hûn jî di nav vê şewbê de ne. Giran tev bigerin. Neçin cihên birîsk. Rîskê bi xwe re neynin malê. Li malê bimînin. Jiyan di malê de hiltê."