‘Di pakêta 19 xalî de ji bo civakê tiştek tune’

  • 09:03 24 Adar 2020
  • Rojane
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Seroka EMEP'ê ya Edenê Sevîl Araci diyar kir ku di pakêta 19 xalî ya serokomariyê aşkera kiriye de ji bo jin, karker, kedkar û xizanan tiştekî erênî tune û got: “Welatî dibêjin ku gel fabrîka bê girtin em ê çi bikin. Mixabin dewletê ji bo welatiyan tu tiştek hêsan nekiriye."
 
Li Tirkiyeyê ji ber vîrûsa korona 30 kesî jiyana xwe ji dest da û testên ku pozîtîf derketine jî gihaştiye hezar û 236’an. Wezareta tenduristî û karê hundir der barê vîrûsê de hinek tedbîr girtin. Lê girtina kargeriyan, destûrên bê pere di serî de jin bandorek mezin li ser gel kir. Serokomar Tayyîp Erdogan jî di 18’ê adarê de ‘Mertala îstîkrara aboriyê’ ya 19 xalî aşkera kir. Lê xeyalên karker, kedkar, xizanan carek din bi avê de çû. Pakêt tenê potronan xilas dike.
 
Seroka Partiya Kedê (EMEP) ya Edenê Sevîl diyar kir ku bi polîtîkayeke ku ji welatiyan re dibêjin li malê rûninin û fabrîkayan nagirin re rûbirû ne û got hemû tedbîrên hatine girtin ji bo karsazan e û got: “Ji bo karker li malê bimînin divê mafê destûra bi pere û mafê tenduristiya bê pere bê dayîn. Kedkar dibêjin ‘ger fabrîka bê girtin em ê çi bikin’. Mixabin dewletê ji bo welatiyan tu tiştek hêsan nekiriye. Tu derfet nedaye. Lê dikare ji fona betaliyê ya bi salane tê komkirin, derfet bihata afirandin.”
 
‘Malbat di rewşa zehmet de ne’
 
Sevîlê bi lêv kir ku kesên li atolye, fabrîka û cihên wek vê dixebitin nayê parastin û ev tişt anî ziman: “Ji ber vê jî tasafurên ku tenduristiya civakê diparêzin pêk nehatine. Hîna jî gelek kesên li cihên qerebalix û tu tedbîr nehatine girtin, dixebitin. Dibistan hatin girtin û jin mexduriyetek mezin dijîn. Dewletê di vê mijarê de ji bo ku malbat bi zarokên xwe re eleqeder bibe tu tiştek nekiriye.”
 
‘Xeyal têk çûn’
 
Sevîlê balkişand ser pakêta 19 xalî ya serokomar Recep Tayyîp Erdogan aşkera kiriye û got: “Bi vê pakêtê re xeyalên karker, kedekar û gel bi avê de çû. Mizginiyek hat dayîn û gotin wê mûçeyên herî kêm yên teqawîtbûnê bibe hezar û 500. Lê negotin ku çima teqawît mûçeyên asgarî nagirin.”
 
Sevîlê destnîşan kir ku desthilatdarî û wezaretên berpirs di qada tenduristiyê de bi rêxistinên ked û pîşeyî re xebatek kordînekirî esas negirtine û wiha bi lêv kir: “Divê civakê nekin gumanan û agahdar bikin. Divê nexweşxaneyên taybet xizmeta bê pere bidin. Li şûna yurdên xwendekaran divê tesîsên civakî yên cemawerî, mîvanxane, kargeriyên turîzmê û otelan ji bo karantînayê amade bikin. Divê alavên paqijî û dezenfektanê bê pere bin. Divê kampên penaberan baş bikin. Her wiha divê ji kar avêtin jî bê qedexekirn. Dawî li destûra bê pere bê anîn. Ligel vê divê operasyonên dersînor demildest bên rawestandin. Ji bo girtîgehan jî divê sererastkirinek bê kirin. Girtiyên nexweş, kal û pîr, zarok û jinên ducanî divê bên berdan.”