'Bi qasî vîrûsa korona şîdeta mêr jî bi xetere'

  • 09:02 24 Adar 2020
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Endama KCDP’ê Dîlber Sunnetçîoglu diyar kir ku ji ber vîrûsa korona li malê rûniştin wê şîdeta li ser jinê zêde bike û got: “Bi qasî vîrûsa korona şîdeta mêr jî bi xetere.” Ji Pîrebokên Kampusê Selîna Sahra jî diyar kir ku li şûna sermaye bê fikirîn divê tenduristiya mirovan li ber çavan bê girtin.
 
Li Tirkiyeyê ji ber vîrûsa korona hejmara miriyan her diçe zêde dibe. Di çaroveya tedbîran de îzolekirin û hîjyen tê. Welatî ji ber vê dernakevin derve û li malê rûdinin. Ji ber vê jî karê jinan giran dibe. Li aliyê din jî xetereya şîdeta li malê mijara gotinê ye. Endama Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) Dîlber Sunnetçîoglu, got bi li malê rûniştinê re wê jin bi xetereyan re bên rû hev. Ji Pîrebokên Kampusê Selîna Sahra jî diyar kir di pêvajoya vîrusê de dikare şîdeta li ser jinê zêde bike. 
 
‘Zor û zehmetiya şertan şîdeta li ser jinê zêde kiriye’
 
Dîlberê, diyar kir ku şert û mercên jiyanê şîdeta li ser jinan zêde kiriye û got: "Di her krîzê de wisa dibe. Jin di rewşên wisa de zêdetir bi şîdetê re rûbirû dimînin. Ji ber vîrûsê hinek biryar hatin girtin. Mînak; derneketina derve û girtina hinek kargehan. Lê divê ev biryar giştî bin. Divê mafê jinan asteng nekin. Di rewşên wisa de dema jin bi şîdetê re rûbirû dimînin divê bikaribin xwe bigihînin hêzên ewlehiyê. Divê  mekanîzmayên piştgiriyê neyên atengkirin.”
 
‘Divê jin bêdeng nemînin’
 
Dîlberê her wiha destnîşan kir ku mêr bi hinceta krîza şîdetê li hemberî jinan bikar tînin û wiha axivî: "Em carek din dibêjin. Tu hinceta şîdetê tune. Mêr betale li malê rûdine û dibe sedema şîdetê. Ji kar tê avêtin li malê rûdinê şîdetê bikar tîne. Ji hêla patronên xwe ve bi şîdetê re rûbirû dimînê û tê malê li hemberî jinê şîdetê bikar tîne. Her wiha jin jî nikarin biçin qerekolê. Dema diçin jî dizanin ku çûyin ne çareseriyê. Jin ji xwe her roj tên kuştin. Mêr her roj jinan dikujin. Ji bo jinan mêr jî bi qasî vîrûsa korona bi xeter in. Divê jin bêdeng nemînin û dengê xwe bilind bikin.”
 
‘Destûra bê pere şîdeta aboriye’
 
Dîlberê balkişand ser dayîna destûra bê pere û got ev şîdeta aboriye û wiha pê de çû: “Yên ewil ji kar tên avêtin jî jin in. Bi destûra bê pere jinan dişînin malê û vê wek tedbîra li dijî vîrûsê dibînin. Lê li vir mirov bi xetereyên din re tên rû hev. Ev mirov dema bê pere bên şandin wê li malê çi bixwin. Wê fatûre û kirê çawa bidin. Ji kar avêtina jinan ne çareseriye. Destûra bê pere ne çareseriye. Berovajî vê şîdete.”
 
‘Dibe ku şîdet di bin perda vîrûsê de bê veşartin’
 
Ji Pîrebokên Kampusê Selîna Sahra jî got di pêvajoya vîrûsê de dikare şîdeta li ser jinê zêde bibe û got: “Bi vîrûsê re hat gotin li malê rûdinin û ev jî rewşa jinê ya li malê nade xuyakirin. Bi destûrên bê pere û ji kar avêtinê jinan hepsê malê dikin. Ev rewş jî wek şîdet li jinan vedigere. Bi taybet van rojan şîdeta li ser jinê dikare di bin perda vîrûsê de bê veşartin. Em dixwazin balê bikşînin ser vê. Li dijî vê divê mekanîzmayên li dijî şîdetê aktîf bibin.”
 
‘Tahliyeya gumanbaran mijara gotinê ye’
 
Selînayê destnîşan kir ku ji ber vîrûsa korona, ji bo tahliyekirina sûcdarên di kategoriya sûcên kêm de ye pêşnûmeyek hatiye amadekirin. Di çarçoveya vê pêşnûmeyê de tahliyekirina gumanbarên şîdet û îstîsmarê jî mijara gotinê ye. Ev tahliyeya ku pêk bê wê pêşiya bûyeran jî vebike. Em bi vî awayî bi xetereyê re rûbirû ne. Mafê me yê jiyan û tenduristiyê tê tehdîtkirin û şertên xebateke nebaş û destûra bê pere li me tê ferzkirin. Daxwaza me ev e ku hemû karkegerî destûra bi pere bidin. Li şûna sermaye bê fikirîn divê tenduristiya mirovan li ber çavan bê girtin.”