ROJEVA 24’YÊ ADARA 2020’AN

  • 09:00 24 Adar 2020
  • Rojev
*Civaknasa Tora Lêkolînên Zarokan a Amedê Demgûl Ayhan bal kişand ser rewşa zarokên girtî û got: "Zarokên girtî bi talûkeyeke mezin re rûbirû ne. Tedbîrên ku li dijî vîrûsê li girtîgehan tê girtin terê nakin û divê deriyên girtîgehan bên vekirin."
 
*Îro salvegera çalakiya Zehra Saglam e û Zehra di 25’ê adarê de li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyek pêk anî û dawî li jiyana xwe anî. Dayika Zehrayê Saadet Saglam got: "Em bi têkoşîna Zehrayê serbilind in û dilê min şewitî lê ez naxwazim êdî dilê tu dayikê din bişewite." BI DÎMEN 
 
*Endama KCDP’ê Dîlber Sunnetçîoglu diyar kir ku ji ber vîrûsa korona li malê rûniştin wê şîdeta li ser jinê zêde bike û got: “Bi qasî vîrûsa korona şîdeta mêr jî bi xetere.” Ji Pîrebokên Kampusê Selîna Sahra jî diyar kir ku li şûna sermaye bê fikirîn divê tenduristiya mirovan li ber çavan bê girtin.
 
*Seroka EMEP'ê ya Edenê Sevîl Araci diyar kir ku di pakêta 19 xalî ya serokomariyê aşkera kiriye de ji bo jin, karker, kedkar û xizanan tiştekî erênî tune û got: “Welatî dibêjin ku gel fabrîka bê girtin em ê çi bikin. Mixabin dewletê ji bo welatiyan tu tiştek hêsan nekiriye."
 
* Dr. Fîlîz Unal diyar kir ku ji bo doktoran peywira ‘dane hebin nîşa bigirin û bişînin’ hatiye dayîn, ji bo xebatkarên tenduristiyê  amadekariyek têr nehatiye kirin û got: “Di vê demê de divê ji bo hemû kesên nîşane hene test bê kirin. Lê test û laboratuvarên me evqas tune ne."
 
*Ji rêveberên TUHAYDER’ê Selma Altan li girtîgeha Jinan a Şakranê girtiye. Xwişka wê Sevînç Altan diyar kir ku pirsgirêkên giran yên Selmayê hene û got: “Îranê 85 hezar kes tahliye kir. Yên li vir li bendê çi ne. Ji bo tahliyekirinê li benda çi ne?
 
*28 girtiyên jin yên li girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê dimînin, diyar kirin ku tu xweserbûna wan li ber çavan nayê girtin û got: “Heta pedên ku em bikar tînin jî pirsgirêk tê jiyîn. Ev du sal in tu faliyeteke civakî nehat kirin. Em nikarin mafên xwe yên herî sereke jî bikar bînin.”
 
* Mihdiya Hecî Mihemed ku hevjînê wê Mihemed Hec Arif di 24'ê adara 1993'yan de li zindana Hesekê ya Navendî hate şewitandin wiha got: "Ne tenê 27 sal, sed sal jî derbas be ez wê şewatê ji bîr nakim. Ez dixwazim sûcdar werin cezakirin." BI DÎMEN 
 
*Parêzer Arzu Kurt ya OHD’î diyar kir ku 3’yemîn pakêta darazê ya hikûmetê wek zîhniyeta şênber ya zorker ji rayagiştî re hatiye serwîskirin û got: “Ev qanûnên dispêrên nefret, newekhevî û dijminahiyê, hem di alî hiqûqî û hem jî di alî polîtîk de nikare bên qebûlkirin.”
 
*Duh qeyûm tayînê şaredariyên Êlîh, Farqîn, Licê, Gêl û Erxenî hat kirin û hevşaredar hatin binçavkirin. Parlamenterên jin ên HDP'ê da zanîn ku AKP'ê ligel vîrûsa koronayê ya ku li seranserê cîhanê bûye felaketek dîsa jî dijminatiya xwe ya li hemberê Gelê Kurd didomîne.