Dewleta tirk cardin êrîşî sivîlan kir

  • 20:56 23 Adar 2020
  • Rojane
ŞEHBA-Dewleta tirk cardin dest bi êrîşan kir û navçeya Şêrewa û gundewarên Şehba hatin topbaran kirin.
 
Dewleta tirk cardin dest bi êrîşên li cihên sivîlan kir. Bi rojane cih û warên sivîlan tên topbaran kirin. Îro jî navçeya Şêrewa, Şera û gundewarên Şehba tên topbaran kirin. Îro ber êvarkî bi awayekî dijwar mezarik (baxçe) hatin topbaran kirin, li vir malên sivîlan hatin armanc girtin.
 
Divê topbaranê de kesê bi navê Mahmud Cefo yê 83 salî di pişt û lingê xwe de giran birîndar bû niha ni nexweşxaneya Avrîn a Şehbayê tê dermankirin.