Komisyona HDP’ê ji bo Komisyona Tendirustiyê 13 made pêşniyar kir
- 11:51 23 Adar 2020
- Rojane
ENQERE - Hevberdevkên Polîtikayên Civakî û Tenduristiyê ya HDP’ê , Nejla Kurul û Samet Menguç di daxuyaniya nivîskî de diyar kirin ku wan 13 made pêşniyar kirine. Hevberdevkan gotin:”Polîtikayên têkoşîna li dijî Vîrusa Korona ne bi tewitira nîvê şevê divê bi xebatek berfireh bi raya giştî re bê parvekirin.”
Hevberdevkên Polîtikayên Civakî û Tenduristiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) , Nejla Kurul û Samet Menguç daxuyaniyek bi sernavê “Tenduristiya xebatkarên tenduristiyê tendurtiya me ye jî” parve kirin.
‘Têra xwe tedbîr nehatin girtin’
Di daxuyaniyê de hat gotin:”Dema ev virusa belav bû dîsa derket holê ku tiştê em di destpêkê de bifikiri divê tenduristiya mirov be. Ji bo testên teşhîsê dereng hat mayin. Polîtîkayên bi bandor û tedbîrên demildest nehatin girtin. Polîtikayên cudakar bandora xwe li ser Vîrusa Korona jî kir. “
‘Xizmetên tenduristiyê dema pêwist bike divê li malê jî bê kirin’
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:”Ji bo kesên 65 salî û nexweşiyên wan ên kronîk hene qedexeya derketina derve hat îlankirin lê heta niha çend kes bi nexweşiya kronîk e nayê zanîn. Divê kesên di bin rîskê de bin li malê bin lê ev nayê wê wateyê ku ew ê pirsgirêk neyên jiyîn. Xizmetên tenduristiyê dema pêwist bike divê li malê jî bê kirin. Hemû şaredariyên rêveberiyên herêmî divê alîkariya xwarin û alavên paqijiyê bikin.”
Pêşniyarên çareseriyê wiha hat rêzkirin:
“*Komisyonên Karên Civakî, yên Malbat û Tenduristiyê yên partiyên siyasî yên TBMM’ê her çiqas dereng be jî divê bicivin. Yekîtiya Tabîbên Tirkiyeyê, Yekîtiya Dermanfiroşên Tirk, Yekîtiya Hekîmên Diran, Sendikayên Kedkar û Civaknasiyê û hemû rêxistin divê li dijî Virusa Korona bi awayekî çalak bixebitin.
* Polîtikayên têkoşîna li dijî Vîrusa Korona ne bi tewitira nîvê şevê divê bi xebatek berfireh bi raya giştî re bê parvekirin
* Divê budçeya ji bo tenduristiyê bê zêdekirin.
*Divê li pêşniyarên xebatkarên tenduristiyê bê guhdarkirin û nexweşxane bibin qadên cemaweriyê.
*Divê Nexweşxaneyên Dewletê yên hatine girtin dîsa bên vekirin. Divê ev nexweşxane wekî nexweşxaneyên pandemî bên bikaranînin.
*Divê hikumet demildest bi TTB’ê hevdîtinê bike û pêşniyar û daxwazên TTB’ê li ber çav bigire.
*Divê otoriteyên tenduristiyê bizane be ku dibe di rojên pêşiyê de pêdivî zêde ji bo beşên lezgîn çêbibe. Loma divê pêdiviyên ji bo beşên lezgîn bên kirin.
*Karantîna û îzolasyon tena sere xwe têrê nake divê tevî vana agahî derbarê Virusa Korona ji bo gel bê dayin. Divê baweriya ji bo otoriteya cemaweriyê bê pêşxistin.
*Divê pêşandana xizmetên tenduristiyê belaş bin. Divê bi aweyekî hêsan test bikaribe bê kirin.
*Divê li hemû saziyên tenduristiyê û li hemû nexweşxaneyan xizmeta pirzimaniyê bê dayin.
*Xebatkarên Tenduristiyê yên ku bi awayekî neheq bi KHK ji kar hatine dûrxistin divê derfet bên avakirin ku li karê xwe vegerin.
*Divê alavên tibî ji bo xebatkarên tenduristiyê belaş vên belavkirin. Divê rewşên taybet ên xebatkarên tenduristiyê li ber çavan bên girtin.
*Divê ji bo girtiyên di girtîgehan de şerdên paqijiyê bên avakirin û alavên paqijiyê bên belavkirin. Divê neyê jibîrkirin ku girtîgeh di bin rîskek mezin de ye.”