'Maske, lepik û dezenfekteyê nadin girtiyan'

  • 10:45 23 Adar 2020
  • Rojane
AMED - Têkildarî 12 girtîgehên li herêmê MED TUHAD - FED û OHD’ê raporek amade kirin û gotin ku maske û dezenfektan nadin girtiyan û xwestin yasaya infaza nû ji bo hemû girtî û hikumxwaran jî bê sepandin. 
 
Parêzerên Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) li ser belavbûna vîrûsa koronayê 12 girtîgehên li bajarên herêmê ziyaret kirin. Parêzeran li Amed, Dîlok, Xarpêt, Wan, Agirî û Erziromê çûn serdana 12 girtîgehan û derbarê kêmasiyên li vir raporek amade kirin. 
 
Rapor derbarê Girtîgeha Jinan a Xarpêtê, Girtîgehên Jimara 1’an û 2’yan ên Xarpêtê, Girtîgeha Jinan a Xarpêtê, Girtîgeha Tîpa D a Amedê, Girtîgeha Tîpa T a Wanê Girtîgeha Ewlehiya Bilind, Girtîgeha Tîpa F a Wanê, Girtîgehên Tîpa H û L ên Dîlokê, Girtîgeha Tîpa T a Oltuya Erziromê û Girtîgeha Tîpa L a Panosê hatiye amadekirin. 
 
Di rapora MED TUHAD-FED û OHD’ê hat destnîşankirin ku li dijî vîrûsa koronayê li girtîgehan tevdîr ji bo girtiyan nehatine girtin û di warê paqijiyê de tu tiştek pêk nehatiye. Di raporê de hat gotin lepik, maske û dezenfektan nadin girtiyan û cara duyem dema girtî telefonî malbatê xwe dikin pere ji wan tê xwestin. Di raporê de hat diyarkirin ku rêgezên ji bo vîrûsa koronayê hatine eşkerekirin tên piştguhkirin û li girtîgehan her çiqas kontrola tenduristiyê hatibe kirin jî lê kêm maye. 
 
Her wiha di raporê de bang li rayedaran tê kirin û ji wan tê xwestin ku yasaya infaza nû ji bo hemû girtî û hikumxwaran jî bê sepandin û girtî werin berdan.