Belavkarê rojnameyê hat binçavkirin
- 10:38 23 Adar 2020
- Rojane
ÊLIH - Li Êlihê, polîsan bi ser mala belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Serhat Bayik de girtin û binçav kirin.
Li Êlihê, polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Serhat Bayik de girtin û binçav kirin. Polîsan deriyê malê şikandan, di malê de lêgerîn kirin û dest danîn ser kompîtura Serhat Bayik.
Hinceta binçavkirina Serhat nehat zanîn û wî birin Midûriyeta Polîsan a Êlihê.