'Em jî têkoşîna Nûjiyan Erhan hêzê digirin'

  • 09:06 23 Adar 2020
  • Rojane

MEXMÛR - Rojnamegerên jin ên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) derbarê salvegera şehadeta Rojnameger Nûjiyan Erhan de diyar kirin ku ew ê şopdarê Nûjiyanê bin û wiha gotin:”Ew ê kameraya Nûjiyan bê xwedî nemine.”

Di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kirin û bi hezeran kes hatin qetilkirin û revandin. Piştre Rojnameger Nûjiyan Erhan berê xwe Şengalê. Nûjiyanê di dema şopandina nûçeyan de ji aliyê pêşmergeyên Rojê ve hedef tê girtin û bi giranî birîndar dibe. Piştî ku radikin nexweşxaneyê şûnde Nûjiyanê di 22’yê Adara 2017’an de jiyana xwe ji dest dide. Rojnamegerên jin ên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) derbarê salvegera şehadeta Rojnameger Nûjiyan Erhan de diyar kirin ku ew têkoşîna Nûjiyan ji xwe re mînak digirin û gotin:”Nûjiyanê kedkara çapemeniyê bû. Wê heta dawî li ber xwe da. Ew ê têkoşîna Nûjyan Erhan ji bo me her dem bibe sûd.”

 ‘Her ku jin di aliyê fikir de xwe bi pêş dixe êrîş li ser hîn zêdetir dibe’

 Rojnemegera bi navê Selma Aka wiha got: “ Di serî de ez tevahî şehîdên çapemeniya azad bi bîr tînim. Têkoşîn û berxwedana jina kurd gihaye merheleyeke herî mezin û li tevahî cihanê belav bûye, her ku jin di aliyên fikir û raman de xwe bi pêş dixe êrîşên desthiladaran li ser jinê hîn zêdetir dibe. Ji ber ku jin hîmê bingehîn yê civakê ye. Şehîd Nujiyan Erhan jî dema wêne û dîmenên qirêjiya dagirkeran digirt hedef hat giritin û hat qetilkirin. Weke şopdarên riya rêhevalên xwe yên şehîd em ê her tim rastiyan ji civakê re ragihînin.”

Selma wiha dawi li axaftina xwe anî : “Weke şopdarên riya rêhevalên xwe yên şehîd em ê her tim rastiyan ji civakê re ragihînin û em ê tu carî pênûs û kamera  wan li erdê nehêlin. Em soz didin ku heta dawiyê xwedî li doza wan derbikevin.”

‘Bi kameraya xwe em ê rastiya civakê ragihînin’

Rojnemevana bi navê Jiyan Pîran berxwedana Jinên Kurd yên ku her tim xwestin riya rastiyê ji civaka xwe re ragihînin wiha rave kir: “Gelek berxwedan û serhildan di Kurdistanê de hatiye  jiyîn, lê ji ber ku ragihandinek nebû heya roja me ya îro nehatiye ragihandin. Weke gelek pêşengên me yê jin di wê riya ku heqîqetê bigîhînine gel ku rastiya heyi ji raya giştî re ragihîne di oxira rastiyê de û di oxira heqîqetê de canê xwe feda kirin. Yek ji wan jî Rêheval Nûjiyan Erhan bû ku ji bo  ji civaka xwe re heqîqetê ragihîne canê xwe feda kir.”

‘Em ê bibin bersiva êşa gele xwe’

Rojnemeger Jiyan wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ji bo ku em bikaribin xwe bigihînin heqîqetê hêvî û bawerî û daxwezên Nûjiyanê di nîvê de nehêlin em jî soz didin ku bi kameraya xwe û bi dîmenekî jî be em ê êş û rastiya vî gelî ji tevahî cîhanê re ragihînin û bibin bersiva êşa gelê xwe.”