‘Di hundirê mala me de me birîndar dikin’

  • 09:02 23 Adar 2020
  • Rojane

Sorgul Şêxo

HESEKÊ - Ehmed El-Xidir yek ji şêniyên gundê Um El-Kêf ê ye û  ji ber topbarana dewleta tirk û hevkarên wê mala wî hatiye rûxandin. Ehmed El-Xidir kêliyên topbaranê vegot.    

Beriya çend rojan ango di 15'ê Adarê de ku di saetên nîvroyê de dewleta tirk û hevkarên wê, gundê Um El-Kêf ku 3 km dikeve Rojavayî navçeya Til Temirê, dan ber gule û topan. Di encama gulebaran û topbaranê de 3 sivîl di nav de dayikek û leşkerekî Rêjîma Sûrî  birîndar bûn. Her wiha gelek malên sivîlan hatin rûxandin û zirar li dara jî hat kirin. Li gund bi sedan sivîl tevî lawirên xwe dijîn.

Ji ber topbaranê mala Ehmed El-Xidir hat rûxandin û hin kes ji malbata wî birîndar bûn.

Kêliyên topbaranê û birîndariya hevjîn û kurê Ehmed

Ehmed kêliyên topbaranê û armanca êrîşkaran wiha vedibêje: "Dewleta tirk hatiye ser xaka me dagir bike, gel bide koçberkirin û gundê me jî dide ber topan. Dema ku ez çûbûm pezê xwe biçêrim, hew min dît ku top li ser gund tên barandin. Min bi lez xwe gihand mal min dît ku beşek ji malê hatiye rûxandin, hevjîn û kurê min perçe li wan ketiye û birîndar bûne. Min ew rêkirin nexweşxaneyê û ez û keça xwe li gund man."

‘Em daxwaza jiyanek aştiyane dikin’

Ehmed wiha dom kir: "Serokkomarê Tirkiyê Erdogan dibêje ku em li ser daxwaza gelê Sûriyê hatine. Daxwaza me jiyaneke aram û aştiyane ye ne rûxandina malan, dagirkirina axê û talanî ye. Ev ne ola îslamê ye, ma em terorist in? Bila Erdogan biçe bi Îsraîl ê ku axa Filestînê dagir kiriye, şer bike, li cem me çi digere?."

'Keda 40 salî îro bû xwelî'

Ehmed li nêzî malê tevî keça xwe rûniştîbûn bi dilekî xemgîn li mala xwe dinêrin û wiha dibêje:"Em ji serê sibê de li derdora malê diçin û tên. Hin tiştê raketinê û xwarinê hebûn yên ku di bin tozê de man me derxistin. Hevjîn û kurê min î birîndar niha li gundê Til Nesrî ê Başûrê Til Temirê ne, ez û keça xwe jî li malê ne. Mala me ruxiya û darê me ku temenê wan 30 sal e rûxandin û şikandin. Keda 40 salî îro ji ber topbarana dewleta tirk bû xwelî."

‘Di hundirê mala me de me birîndar dikin’

Ehmed bi vê bangê gotina xwe bi dawî kir: "Ez vê peyamê ji dewletên mezin re rê dikim taybet ji Emerîka û Rusya yên ku li vir bicih dibin, bila dagirkerî û hovîtiya dewleta tirk û çeteyên wê rawestînin û sînorekî êdî jê re deyînin. Di hundirê mala me de me birîndar dikin, malê me dirûxînin û koçber dikin."