ROJEVA 23’YÊ ADARA 2020’AN

  • 09:00 23 Adar 2020
  • Rojev

* Hemşîre Sedîqa Mihemed ragihand ku desteya tendirustî ya herêmê derbarê Vîrûsa Korona de tedbîr girtine û got: "Kadroyên tendirustî yên herêma Firatê bi erka xwe radibin û di nava hewldnan de ne ku pêşî li Vîrûsa Korona bigirin." DÎMEN HEYE

* Ehmed El-Xidir yek ji şêniyên gundê Um El-Kêf ê ye û  ji ber topbarana dewleta tirk û hevkarên wê mala wî hatiye rûxandin. Ehmed El-Xidir kêliyên topbaranê vegot.  DÎMEN HEYE

*Bi rihê jiyana komînal jinên gundan ji bo pêşketina kar û xebatên çandiniyê alîkariya hev dikin û dibêjin: "Di riya kar û xebatê çandiniyê de em rê li ber belengaziyê digirin." DÎMEN HEYE

*- Berdevka TJA’yê   Ayşe Gokkan anî ziman ku  fikrên Abdullah Ocalan ji çek û bombeyên îktîdarê bi hêztir e  û diyar kir ku dewlet ji bo ku pergala xwe ya olîgarşîk ava bike naxwaze lingê sêyemîn bi hêz bibe. DÎMEN HEYE

*Perestar (Hemşîre) Hevî Hîdayet diyar kir ku Îran ji bo berjewendiyên hikûmetê, gelê xwe qurban dike û anî ziman ku divê hikûmeta Îranê vê rewşê cidî bigire, her wiha ji bo tenduristiya gelê xwe bixebite.

* Rojnamegerên jin ên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) derbarê salvegera şehadeta Rojnameger Nûjiyan Erhan de diyar kirin ku ew ê şopdarê Nûjiyanê bin û wiha gotin:”Ew ê kameraya Nûjiyan bê xwedî nemine.” DÎMEN HEYE

* Girtî Ekîm Polat li dijî binpêkirina mafan 45 rojan ket greva birçîbûnê û nexweşê dil, helîna hesît û KOAH’ê ye. Dayika wî Songul Îlker diyar kir ku divê hikûmet li dijî tehdîda vîrusa korona girtiyan demildest tehliye bike. DÎMEN HEYE

* Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz û ya Stewrê Gulîstan Oncu ku qeyûm tayînê şûna wan bûbûn û di dîrokên cuda de hatibûn binçavkirin û girtin, îdianame der barê wan de hat amadekirin. Xebatên partiya siyasî yên hevşaredaran sûc hat hesibandin û yekemîn rûniştina wan wê di 2’ê hezîranê de bê dîtin.

* Ji ber krîza aborî betalî her diçe zêde dibe û di çarçoveya tedbîrên vîrusa korona de gelek kargerî hatin girtin û vê jî zêdetir rê li ber pirsgirêkan vekir. Rahîme Sagyîgît ya ku 25 sale dirûnvaniyê dike li dijî krîza aborî li berxwe dide û hewl dide debara malbata xwe bike. Rahîme ku vê mehê kirêya xwe jî nedaye hatiye asta ku dukanê bigire. DÎMEN HEYE