Li Herêma Kurdistan a Federe qedexe hat dirêjkirin

  • 19:09 22 Adar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber talûke û tedbîrên li dijî vîrusa koronayê li Herêma Kurdistanê qedexeya çûnûhatinê heta 1’ê Nîsanê hat dirêjkirin.
 
Bi biryara Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê di çarçoveya tedbîrên li hember vîrusa Koronayê de li Herêma Kurdistanê qedexeya çûn û hatinê heta 1’ê Nîsanê hat dirêjkirin. 
 
Wezareta Navxweyî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de eşkere kir, ku qedexeya çûn û hatinê û derketina derve li nav bajaran û di navbera bajar û parêzgehên herêmê de ji bo 9 rojên din hat dirêjkirin. Li gor daxuyaniyê, di navbera saet 12.00’ê şev û saet 05:00’ê sere sibê de jî rê bi tu cure çûn û hatinê nayê dayîn.