Koordinasyona RAJÎN’ê derbarê salvegera Nûjiyan Erhan de daxuyanî da
- 16:00 22 Adar 2020
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo 3’yemîn salvegera şehadeta Rojnemevan Nujiyan Erhan a di 23’ê Adarê de gehişt şahadetê, Koordinesyona RAJIN’ê daxûyaniyek nivîskî da.
Bi boneya 3’yemîn salvegera şehadeta Rojnemavan Nujiyan Erhan Koordinasyona Ragihandina Azad a Jinên Kurdistanê (RAJÎN daxuyaniyek niviskî da. Di daxuyaniyê de di şexsê Nûjiyan Erhan de tevahî şehîdên jin ên rojnamevan hat bîranîn û soza şopdariya evîndariya wan hat dubarekirin û wiha hat gotin: “Bi boneya 3’yem Salvegera Şehadata hevrêya me rojnameger Nûjiyan Erhan ku di ‘yê Adara 2017'an de ji aliyê PDK'ê ve güle li ser hate rijandin û di 22’yê Adarê de şehîd ket em Nûjiyan Erhan, bi minet û rêzdarî bîr tînin û soza şopdariya heqîqetê dubare dikin.”
Daxuyanî wiha ye:
“ Hevrê Nûjiyan Erhan ya ku lêgerînvana azadiyê bû di dema pêngava mertalên zindî de, di sala 2005’an de berê xwe da çiyayên azad. Nûjiyan piştî salên dirêj ên têkoşînê li çiyayên azad, ji bo pêşxistin û rêxistinkirina ragihandina jinê di asta Kordînasyona RAJIN’ê de jî peywîrdarî girt. Hevrê Nûjiyan dema Fermana 73’yan ya li ser Şengalê ji bo bibe çav û guhê êş û azarên jinên Êzidî berê xwe da Êzîdîxanê. Li Şengalê ji bo bibe henaseya tilîlîyên Edûlên hemdem, bi hêrs, kelecan û azweriyeke mezin li Êzîdxanê xebitî. Hevrê Nûjiyan di pêvajoya mayîna xwe li Şengalê de ji bo Jin JINHA ve Şûjin û çira tv xebat kir. Nûjiyan bi berhemên xwe de hovitiya DAIŞ’ê ya ku destpêkê êrîşa xwe li ser jin, zarok û hemû civaka Êzî da meşandin bi awayeke herî bandor ji raya giştî re ragihand. Dîsa ji bo ev deng hê gurtir were ragihandin jî, ji bo rêxistinbûna ragihandana jinê li Şengalê bû xwedî ked û hewildaneke bêhempa.
Nûjiyan Erhan ne tenê rastiya hovitiya DAIŞ’ê vegot, di heman demê de ji bo nîşandana rastiya xiyanetkariya PDK’ê jî roleke mezin lîst. Lewra dema ku çekdarên PDK’ê di 3’yê Adara 2017’an de êrîş bire ser parêzvanên Êzîdxanê şervanên YBŞ, YJŞ û HPG’ê Nûjiyan dîsan jî li Eniya herî pêş bû. Hevrê nûjiyan dema bi dimenên ku dikişand xwest ku rastiya xiyanetkariya PDK’ê li hember gelê Êzîxanê dike bi belge bike bû hedefa guleyên pêşmergeyên PDK’ê û giran birîndar bû û di 22’ê Adarê de jî tevlî nava karwanê pakrewanên azadiyê bû.”
Mîrasa rojnamevantiya jin a azad ku bi keda Gurbetelliyan, Denîzan gihiştiye roja me ya îro em ê xwedî lê derkevin. Nûjiyan Erhan û hemû cangorî ragihandina azad bi ked, xuhdan û xwîna xwe çawaniya mirasê ragihandina azad a jinê danîne holê û di hemû şert û mercan de jî bûne pêşeng. Nûjiyan Erhan ku bû şopdarê Hevrê Gurbetelî Ersoz û Denîz Firat û hevriyên mîna wan bi kesayet û helwesta xwe ya li hember hovitaya DAIŞ’ê, Xiyaneta PDK’ê û her cure zayendperestiyê bû nimoneya kesayeta rojnamegeriya jinê. Mîrasê ragihandana jina azad ku bi saya van hevreyên Şehîd îro li Şengal, Rojava, Bakur, Başûr li derveyî welat bi dehan saziyên ragihandinê ava bûne û di wan saziyan de jî bi hezaran kedkarên ragihandana azad ku pênûs û kamereyên van hevreyan dewr girtine kedeke mezin didin. Ji ber kevneşopiyia ragihandina jina azad ku bedewî, şerkerî, têkoşîneriya van hevriyên cangorî hê qewîmtir bûye, lewra îro jî bi sedan kedkarên çapemeniya azad li hember her cure zayendperestî, dagirkerî, zordarî û bindestiyê bi pênûs û kamerayên xwe bi awayeke cangoriyane têkoşîneke bê hempa dimeşînin. Heta ku riya şopdariya heqîqetê ya ku bi saya keda Gurbet, Denîz û Nûjiyan, Şevîn û sedan şehîdên ragihandina derketiye holê, li qadên herî dijwar ên têkoşîn û li eniyên herî pêş yên têkoşînê xwe nîşan bide, dê ev mîras her daîm zindî û mayinde be. Jixwe îro jî bo mezinkirin, mayindekirina vî mîrasî jî, bi hezaran kedkarên ragihandinê li qadan bi evîndariyeke mezin ked didin. Lewra bi bextewarî em bibêjin ku bila rihê Şehîdên çapemeniya Azad şad be, ji ber evîndariya şopdariya heqîqetê îro li her qadan di asteke herî bilind dijî û wê bijî.”