Rêxistinên Hiqûqî: Pakêta darazê ya girtiyên siyasî venahewîne nayê qebûlkirin

  • 15:47 22 Adar 2020
  • Rojane
STENBOL - Rêxistinên li Stenbolê derbarê 3’yemîn pakêta darazê de ji Wezareta Dadê re name şandin. Rêxistinên Hiqûqî di nameya şandin de gotin:” Pakêta darazê ya girtiyên siyasî venahewîne nayê qebûlkirin.”
 
Şaxa Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê, Komeleya Hiqûqnasan a Nûjen (ÇHD), Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê, Parêzerên Beşdarvan, Komeleya Hiqûqnasan a Kartal û Hiqûqê ya Civakî derbarê 3’yemîn pakêta darazê ya efûyê ku tê payin di rojên pêş de li meclîsê bê qebûlkirin û girtiyên siyasî ne di nav de ne name ji Wezareta Dadê re şandin. 
 
Di nameyê de peymanên navneteweyî hatin bibîrxistin û behsa bandorên Virusa Korona (Covid-19) hat kirin. 
 
Di berdewamiya nameyê de wiha hat gotin:
 
“Li Girtîgehên Tirkiyeyê 300.000 mehpûs û 150 hezar xebatkarên cemawerî hene. Ji ber şerd û mercên dijwar ên girtîgehan ên ji warê paqijî, xurek, tendirustiya rihî de qels in divê mirov li dijî vê rewşê hesas tev bigere. Ji ber virusa korona girtî di bin rîskeke mezin de ne. Di pakêta darazê de behsa berdana girtiyên siyasî nayê kirin. Ji bo parastina mafê jiyanek  bi tendurist a girtiyan em dibêjin bila demildest tedbîr bên girtin. Pakêta darazê ya girtiyên siyasî venahewîne nayê qebûlkirin.”