13 hezar û 59 kesî ji ber Virusa Korona jiyana xwe ji dest dan

  • 14:17 22 Adar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên dawî yên der barê vîrûsa corona (Covît 19) de, li tevahiya cîhanê heta niha 13 hezar û 59 kes mirin û zêdeyî 300 hezar kes jî bi şewbê ketin. 
 
Şewba vîrûsa corona (Covît -19) hem li Tirkiyeyê û hem jî li tevahiya cîhanê roj bi roj qat bi qat zêde dibe. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO)  şewba vîrûsa corona wekî şewba kurevî îlan kiribû. Li gorî daneyên dawî yên 22'ê Adarê heta niha li tevahiya cîhanê13 hezar û 69 kes bi vîrûsa corona mirin. Li tevahiya cîhanê 308 hezar û 594 kes jî bi şewba vîrûsê ketin. 
 
Li Çînê di rojên dawî de virus di 46 kesên din geriya
 
Li Çînê ku yekem car vîrûs pêş ket û belav bû, di rojên dawî de virus di 46 kesên din geriya. Heta niha li Çînê 81 hezar û 54 kes bi şewbê ketin û bi giştî 3 hezar û 261 kesan jiyana xwe ji dest dabû. 
 
Li Îtalyayê mirin zêde dibe
 
Li Îtalyayê di 24 saetên dawî de 793 kesan ji ber vîrûsa corona jiyana xwe ji dest dan. Li tevahiya Îtalya heta niha bi giştî 4 hezar û 825 kes bi vîrûsê mirin. Dîsa li tevahiya welat 53 hezar û 578 kes jî bi şewba vîrûsê ketine. 
 
Li Rojava kîta teşhîsê
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta niha vîrûs xuya nebûye. Çawa ku vîrûs derkeve holê dê qedexeya derketina derve îlan bikin. 
 
Li Tirkiyeyê 21 kes mirin
 
Li Tirkiyeyê vîrûs belav dibe. Roj bi roj mirî zêde dibin. Heta niha 21 kesan jiyana xwe ji dest dan û 947 kes bi şewba vîrûsê ketine. 
 
Li DYA’yê mirin zêde dibe
 
Li welatê herî pêşketî DYA'yê jî roj bi roj hêjmara miriyan zêde dibe. Heta niha 348 kesan jiyana xwe ji dest dan û 26 hezar û 892 kes bi şewbê ketin. 
 
Li Îspanyayê jî virûs belav dibe
 
Li welatê Îspanya jî şewb belav dibe û rêjeya miriyan zêde dibe. Heta niha Hezar û 382  kes mirin û 25 hezar û 496 kes bi şewbê ketin. 
 
Li Almanya jî heta niha 22 hezar û 364 kes bi şewbê ketin û 84 kes bi şewbê mirin. 
 
Li Fransayê qedexeya derve didome
 
Li Fransayê jî ji ber şewba corona heta niha 562 kes mirin û 14 hezar û 459 kes bi şewbê ketin. Qedexeya derketina kolanan didome. 
 
Li Îranê şewb her ku diçe belav dibe
 
Li Îranê jî şewb her ku diçe belav dibe. Heta niha li îranê hezar û 556 kesan jiyana xwe ji dest dan.  Li tevahiya welat 20 hezar û 610 kes bi şewba vîrûsê ketin. 
 
Îsraîl 
 
Li Îsraîlê jî heta niha 883 kes bi şewbê ketine û tenê 1 kes bi şewbê miriye. 
 
Li Venezuela karantina didome
 
Li Venezuela jî heta niha 70 kes bi vê nexweşiyê ketine û welat xistin bin karantînayê. 
 
Li Gurcistanê kesên Vîrusa Korona li wan geriyaya 49 e 
 
Serokê Gurcistanê Salome Zurabişvili, ragihand ku ji ber Vîrusa Korona wan rewşa awarte îlan kirine. Li Gurcistanê kesên Vîrusa Korona li wan geriyaya 49 e