Li Navçeyên Rihayê coşa Newrozê

  • 13:58 22 Adar 2020
  • Rojane
RIHA - Li gelek navçeyên girêdayî Rihayê bi komên biçûk Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin. 
 
Li gelek navçeyên Rihayê yên wekî Bêrecûk, Xelfetî, Wêranşar, bi komên biçûk Newroz a îsal ji ber Vîrusa Korona hat betalkirin, bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
 
Xelfetî
 
Li Kuçeya Karotlak a Xelfetî ciwanên ku hatin gel hevdu agirê Newrozê pê xistin. Ciwan demeke dirêj li dora agirê Newrozê geriyan.
 
Bêrecûk
 
Li Kuçeyên Ennap, Meydan, Sorikê yên Bêrecûkê gel bi komên biçûk hatin gel hevdu û Newroz bi tilîlî, girtina dîlanê û bi teqandina fîşekên hewayî pîroz kirin. 
 
Wêranşar
 
Li Kuçeya Şirnexê ya Wêranşarê welatiyan Newroz pîroz kirin. Welatiyên ku fîşekên hewayî teqandin dirûşmên “Bijî Newroz” berz kirin.