Bajarên herî bi rîsk hatin eşkerekirin
- 13:45 22 Adar 2020
- Rojane
STENBOL - Endamê Lijneya Zanistê Prof. Dr. Mehmet Doganay diyar kir ku bajarên bi rîsk ên ji ber Vîrusa Korona Stenbol, Enqere, Îzmîr û Wan in.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca herî dawî diyar kiribû ku kesên ji ber Vîrusa Korona jiyana xwe ji dest dane bûne 21 û niha virus li 947 kesî geriyaye.
Endamê Lijneya Zanistê Prof. Dr. Mehmet Doganay diyar kir ku bajarên bi rîsk ên ji ber Vîrusa Korona Stenbol, Enqere, Îzmîr û Wan in.
Dema hewa germ bibe ew ê rîsk kêm bibe
Mehmet diyar kir ku virus wekî grîbê belav dibe û wiha got dema hewa germ bibe ew ê rîsk kêm bibe.