‘Şehîd Nûjiyan bu dengê civaka Ezidî’

  • 12:49 22 Adar 2020
  • Rojane
Elmas Nayıf
 
ŞENGAL - Jinên Êzidî bi munasebeta salvegera şehadeta Rojnameger Nûjiyan Erhan diyar kirin ku ew ê Nûjiyan her dem di dilê wan de şax vede û wiha gotin:”Em kesên bûn sedema şehadeta Nûjiyan efû nakin. Ew ê bîranîna Nûjiyanê her dem di dilê me de cihê xwe bigire.”
 
Di 3’ yê Adara 2017 ‘an de pêşmergeyên Roj yên girêdayî PDK’ê êrîş birin ser hêzên Ezdîxanê. Dema rojnamevan Nûjiyan Erhan êrîşa leşkarên Roj ên li dijî îradeya Êzîdxanê dişopand bû hedefa guleyan. Piştî giran birîndar bû rakirin nexweşxaneyê. Tevî hemû mudaxaleyan jî Nûjiyan Erhan di 22’yê Adarê de şehîd bûbû.
 
Piştî şehadeta Rojnamevan Nûjiyan Erhan gelek kesî navê Şehîd Nûjiyan Erhan li zarokên xwe kirin.Bi boneye salvegera şehadeta Nûjiyan Erhan jinên Êzidî behsa Şehîd Nujiyan kirin. Jinan gotin:”Şehîd Nûjiyan bu dengê civaka Ezidî.”
 
‘Em tu cara şehîdê xwe ji bîr nakin’
 
Jina bi navê Henan Birahîm ji bo şehadeta Nûjiyan Erhan hestên xwe wiha anî ser ziman: “ Şahadeta Şehîd Nûjiyan pir bi zehmet bû. Em li pê şopa Şehîd Nujiyan in. Her tim êşa jinên Êzîdxanê rengê jinên Êzidî radigihand. Êşa civaka Êzîdiyan diyar dikir. Lê dijmin nedixwest ku gelê me pêş de biçe. Pêşmergeyên Roj êrîşî me kirin. Em ber wî tiştî sekinîn. Me li berxwe da. Me nedixwest ku em şer bikin. Lê disa erîş kirin hevalên me şehîd xistin. Em tu cara şehîdê xwe ji bîr nakin.”
 
‘Em her li Şehîdên xwe derkevin’
 
Henan Îbrahîm a piştî Şahadeta Nûjiyan Erhan navê xwarziya xwe kir Nûjiyan wiha got: “  Şehîd Nujiyan ji bo me gelek ked da. Piştî şehadeta Nûjiyan gelek kesî navê keçên xwe kirin Nûjiyan. Em wek civaka Êzîdî em her dem xwedî li şehîdên xwe derbikevin, her awayî em şehîdên xwe ji bîr nakin. Em ê tola şehîden xwe rakin.”
 
‘Şehîd Nûjiyan bû dengê civaka Êzidî’
 
Dayika bi navê Erzan Xwedêda ku navê keça xwe kiriye Nûjiyan wiha got: “ Şehîd Nûjiyan tu carî namire. Şehîd Nûjiyan bi kamera xwe gelek tişt anî ser ziman , gelek zehmetî dît, her tim li berxwe dida. Berxwedana Şengalê bi kamera, kedê xwe da nîşan dan. Şehîd Nûjiyan bû dengê civaka Êzîdî.”
 
Erzan herî dawî wiha got: “Em civaka Êzidî di fermanan da derbas bûn. Em ê her li ser axa xwe bijîn. Çiqasî jî ferman bên serê me û ser civaka me em ê berxwedana xwe bikin. Em ji ser axa xwe naçin. Em ê tola Şehîdên xwe hilînin. Şehîd Nûjiyan jî keçeke me bû. Dijminê me nedixwest civaka me pêş bikeve. Pêşmergeyan Rojnamevan Nûjiyan şehîd xistin. Piştî şahadetê keçeke min hat dinyayê min navê keça xwe kir Nûjiyan. Em ê her tim wê bîr bînin û em ê her dem li şehîdên xwe xwedî derbikevin.Em tu caran ji dijmin re serê xwe natewînin. Em ê bi zarokê xwe li ser axa xwe li berxwe bidin. Em bi şehîdên xwe serbilind in. Şehîd tû caran  namirin.”