TTB’ê ji bo teşhîsa zû dest bi kampanyayê kir

  • 12:14 22 Adar 2020
  • Rojane
ENQERE - TTB’ê ji bo teşhîsa zû ya Virûsa Korona bê danîn dest bi çalakiya etîketa “#yaygintest", kir.
 
Vîrusa Korona (Covid-19) ya Tirkiye kiriye bin bandora xwe her ku diçe belav  dibe. Heta niha ji ber Vîrusa Korona li Tirkiyeyê 21 kesî jiyana xwe ji dest dane û Virusa Korona li 947 kesî geriyaye. TTB’ê ji bo teşhîsa zû ya Virûsa Korona bê danîn dest bi çalakiya etîketa “#yaygintest", kir.
TTB’ê peyama ‘Divê test bi awayekî demildest ji bo hemû nexweşxane û bajaran bê şandin. Tespît û îzolasyon ew ê bibe berdewamiya jiyana mirovan.”