Leşkeran pîrozbahiya Newrozê astneg kirin
- 10:56 22 Adar 2020
- Rojane
ŞIRNEX - Li Gundê Bafê yê Hezexê yê Şirnexê leşkeran li dijî gundiyên Newroz pîroz kirin derb bera hewa dan û xwestin pîrozbahiya Newrozê asteng bikin.
Li Gundê Bafê yê Hezexa Şirnaxê gundiyan agir pêxistin û Newroz pîroz kirin. Di kêliya pîrozbahiya Newrozê de gelek leşker bi wesayetan Rangeran hatin qada gund û xwestin gundiyan ji hev dûr bixin.
Hat diyarkirin ku leşkeran derb bera hewa dane. Piştî leşker vekşiyan şûnde gundiyan jî pîrozbahiya Newrozê bi dawî anîn û derbasî malen xwe bûn.