Nûjiyan heta kêliyên dawî ji bo jiyaneke azad di nav lêgerînê de bû

  • 09:20 22 Adar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hewlêr Şahîn, diyar kir ku lêgerîna Nûjiyan yên ji bo jiyanek azad her tim di asta herî jor de bû û got: "Komekî jinên ciwan ên Êzidî wek rojnamevan perwerde dikir. Dixwest jin bi pênûsa xwe jiyana xwe ji cîhanê re ragihîne." 
 
Di 3’yê adara 2017’ê de rojnameger Nûjiyan Erhan di encama êrîşa çekdarên bi navê Pêşmergeyên Roj ên girêdayî PDK’ê de li Şengalê birîndar bû. Piştre di 23’ê adara 2017’ê de li Nexweşxaneya Şehîd Sarya ya bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê şehîd bû. Niha bi sedan xebatkarên çapemeniyê li ser şopa wê dimeşîn û dixwazin çîrokên jinên ku ne diyar bînin ziman. Nûjiyan, bi hewldan, xebat û nêzikatiya xwe bandoreke giranbûha jî li ser civaka Êzidî û bi taybetî li ser jinên Êzidî hişt. Hevala Nûjiyan Hewlêr Şahîn heta kêliyên dawiyê li gel Nûjiyanê bû. Ji ajansa me re qala serpêhatiyên Nûjiyan û biranînên xwe kir. 
 
*Hûn bi Nûjiyan Erhan xebitin û di xebatê de hevalek çawa bû? 
 
Serî de di kesayeta rojnemavan Nûjiyan Erhan de, ez tevahî rojnemavanên ku heya kêliyên xwe yê dawiyê li pêy şopa heqîqetê bûn bibîrtînim û bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînim.
 
Bi rastî dema ku mijar dibê pênasekirina kesên ku ji bo rastiyê canê xwe feda kirine, ev yek ji bo min gelek zehmet e. Ji ber mirov dixwaze bi hevokên herî bedew vebêje û lê belê ev jî têre nakê. Ji bo min tiştê herî zehmet vegotina hevala Nûjiyan e. Mirov çiqas behsa wê bikê kêm dimîne. Ji ber kesayetekî wisa bû ku bi derdorê re zû germ dibû û ji bo wê naskirina demdirêj pir pêwist nedikir. Pêvajoyên ez û hevala Nûjiyan bi hev re bûn, ew bi gelek xebatan re mijûl dibû. Karên niviskî, radyo û dîtbarî jî dida meşandin. Hevala Nujiyan di karê xwe de rêk pêk bû, bi rastî tu carî ne di got ez nikarim van xebatan hemûyan bi hev re bidim meşandin. Ji bo çûyîna kar carna bi seatan dimeşiya. Dema ku dihat ne digot ‘ez westiyame’, berovajî vê digot ‘min îro bernameyek baş çêkiriye yan jî min ji çend hevalan bîranîn girtiye’. Wê çiqas xebat daba meşandin di aliyê wijdanî de ewqas rehet dibû, her di nava axiftinê xwe de digot ‘westandin min bandor nakê, lê ger karê min baş ne meşe wê demê ez di aliyê hizrî û fizîkî de pir diwestim’. Bi teybet li hemberî derdorê xwe re pir baldar bu û bi hevalên kêleka xwe re pir dibû alîkar. Bi mijûlbûna hevalên bi kêleka xwe re îlham digirt û perwerdekirina hevalekê ji bo xwe wek erkekê sereke û bingeh didît.
 
*Kesayetiya Nûjiyan û nêzîkatiya wê ya pîşeyê çawa bû? 
 
Di hemû aliyan de têr tijî bû. Tu caran yek alî li jiyanê mêyze nedikir. Dema ku dest bi vê xebatê kir jî rûxmê ku emrê wê pir ciwan bû jî di nav demekî kin de di gelek aliyan de xwe pêşxist. Ji xwe dema ku li malê jî bû, dibistan xilas kiribû û li gel parêzerekî kar meşandi bû. Lê belê ev yek jî wê têr nedikir. Lêgerînên wê yên ji bo jiyanek azad di asta pir jor de bû, her tim di nav lêgerînan de bû û li bersiva pirsên xwe digeriya. Li hemberî pergala heyî ew nakokiyên kûr jiyan dikir, ji ber vê jî her tim digot ‘êdî pergal wisa kiriye ku bi ti awayî mafê jiyanê nayê dîtin û yê ku herî zêde jî dibe qurbanê vê pergala hov jin e’.
 
*Rojnamegerî kareke herî bi zehmet e û bi taybetî jî di qadên şer de. Gelo Nûjiyan bi kijan rê û rêbazê li hemberî zor û zehmetiyan derdiket? 
 
Çawa ku li dijî civakê şerekî dijwar tê meşandin û kêlî bi kêlî civaka me bi komkujiyan re rû bi rû tê hiştin, rojnamevan jî ji vê yekê para xwe digrin. Her kêliya ku dixwazin van rewşan û bûyeran ji cîhanê re ragihînin dibin hedefa pergalê. Dema ku mirov mêyze dike an pir bi awayekî sînordar dikarin xebatên xwe bimeşînin an jî li kolanan di nav xwepêşandanan de bi êrîşan re rûbirû dimînin û an jî ji ber ku rastiyê radigihînin û ev rastî ne li gor berjewendiyên pergalê ye tên binçavkirin û girtin. Dema ku kesek pîşeyek hildibijêre ji bo xebat bimeşîne bê guman van zehmetiyan jî dide ber çavan. Bi taybet jî xebatên rojnamevantiyê ne karekî ji rêzê ye. Di her kêliyê de wê çi rû bide ne diyar e. Ji ber ku sedsala ku em tê dijîn ji hemû sedsalên din cûdatir e. Her dema ku derbas dibe hêzên bi navên cûda derdikevin êrîşî tevahî nirx û hebûnên civakê dikin. Fermana ku di sala 2014’an de li ser Şengal’ê û li ser civaka Êzidî hat pêkanîn jî yek ji van êrîşên ku ji aliyê DAIŞ’ê li hemberî nirxên gel hatiye pêkanîn bû. Ev ferman bê guman ne fermaneke ji rêzê bû. Bi hezaran jinên Êzidî hatin revandin û di sûkan de hatin firotin. Ji bo kesên ku li hemberî êşên civakê kêmek be jî hişyar e, vê rewşê qebûlkirin ne hêsan e. Lewra weke bi dehan kesên ku ji bo rizgarkirina civaka Êzidî û tolhildana jinên Êzidî daketin Şengalê û bûn parazvanên xaka pîroz, hevala Nûjiyan jî ji bo şopandina heqîqetê û ji cîhanê re ragihandina qêrînên jinên Êzidî çû Şengalê.
 
*Gelo armanca Nûjiyanê çi bû ku berê xwe da qada şer a herî dijwar? Dema diçî qada şer çî difikirî?
 
Beriya fermanê ez û hevala Nujiyan li gel hev bûn. Bi rastî jî ji ber vê fermanê hedara heval Nûjiyan nedihar. Her tim digot ‘divê ez derbasî Şengal’ê bibim’. Di bihara sala 2015’an de derbasî qada Şengal’ê bû. Şert û mercên wê demê pir zehmet bû. Bi taybet jî civakekî wisa bû ku ji her tiştî hatibû mehrûmkirin û derûniya civakê ji ber rewşa hatiye jiyîn di asta jor de xirab bûbu. Lê ligel hemû zehmetiyan hevala Nûjiyan di her astê de him bi civakê re eleqedar dibû, him bi keçên Êzidî re mijûl dibû. Destpêkê li ser bingehê rojnamevantiyê komekî jinên ciwan perwerde dike û li kêleka vê jî xebatên xwe dimeşîne. Her çiqas ji ser femanê dem jî derbas bûbe lê şopên fermanê hîn zindî bû. Ev yek jî rojane di mirov de lêpirsîn dida çêkirin. Bi taybet jî dema mirov jinên ku ji destê DAIŞ’ê hatibûn rizgarkirin guhdar dikir, xwîna mirov dicemidî. Hevala Nûjiyan bi sedan caran serpêhatiyên van jinan guhdar kir, her tim digot ‘mirov wek rojnamevanekê çi bike jî kêm dimîne’ û bi tu awayê astengî an jî zehmetiyan nasnedikir ji bo meşandina xebatên xwe.
 
Hevala Nûjiyan li Şengal’ê di derbarê fermanê de gelek xebat da meşandin. Bi taybet pir girîngî dida vê xebatê. Kengê bihist êrîşek heye, dem ji bo wê tu caran jgirîng nînbû, berê xwe dida wê derê û dixwest vê hovîtiya ku li ser civakê û bi taybet jî li ser jinê tê meşandin bi rastiya heyî re ragihîne. Her roja ku derbas dibû hevala Nûjiyan erkên rojnamevantiya rast di kesayeta xwe de dida avakirin. Ew her tim li pêy rastiyê dibeziya û vêya bi belge jî dikir.
 
Dema ku 3’ê Adara 2017’an li Xanesor a navçeya Şengalê ji hêla pêşmergeyên Roj ve êrîş hat pêkanîn hevala Nûjiyan ne li Şengalê bû. Lê dema ku dibihîze êrîş çêdibe di heman rojê de bêyî ku bêhna xwe vede, berê xwe dide Xanesorê û diçe cihê pevçûnê. Serê siharê zû pevçûn dest pê dike. Hevala Nûjiyan di demê ku dîmen dikşîne bi awayekî zanebûn hat hedef girtin. Ji xwe cihê ku lê disekinî cihekî dûz bû ango cihekî ku mirov xwe bide ber tiştekî xwe biparêze nînbû. Lê armanca hevala Nûjiyan ew bû ku tiştên tê jiyîn bi kamera û wênekêşa xwe ragihîne. Ji ber ku gelek xebatên hevala Nûjiyan di derbarê Şengal’ê de hebûn, dema dixwest biçe cihekî bi astengiyan re rû bi rû nedima. Ji ber ku her kes vê yekê dizanî, cihê ku hevala Nûjiya biçe bi xebatên xwe vê hovîtiya ku tê meşandin û bi taybet jî berxwedaniya ku li hemberî vê hovîtiyê tê meşandin wê ji gelek aliyan ve were ragihandin. Hevala Nûjiyan him bi xebatên xwe û him jî bi dilgermiya xwe cihê xwe li dilê her kesî de da çêkirin.
 
* Xebatên Nûjiyanê derbarê  nûçegihanî û rojnamgeriya jinê de hebûn gelo?  Ji bo Nûjiyanê xebatên çapemeniyê çima ew qas girîng bû? 
 
Ji destpêka derbasbûna wê ya xebatên çapemeniyê heya dawî di xebatên xweser de cih girt. Ne tenê wek rojnamevan, heman demê di rêveberiya xweser de jî cih digirt. Ji bo pêşxistina vê xebatê pir dixwest ku keçên ciwan di vê xebatê de cih bigre. Heta dema ku destpêkê diçe Şengalê vê yekê pêk tîne. Komekî jinên ciwan ên Êzidî wek rojnamevan perwerde dike û wan jî tevlî xebatê ragihandinê dike. Vê yekê ji xwe re wek erkekî sereke didît. Lewra jî digot ‘yên herî zêde zor û zehmetiyan jiyan dikin jin e, li hemberî vê jî pêwiste jin bi pênûsa xwe vê yekê ji cîhanê re ragihîne’. Bi rastî jî ji roja ku heval Nûjiyan beşdarî vê xebatê bû heyanî gihîşt şahadetê jî di derbarê jinê de gelek tişt nivîsand.
 
*Hûn her tim li cem Nûjiyê ne bûn û heta kêliyên dawî. Hûn dixwazin derbarê wan kêliyan de çî bêjin? 
 
Min li jor jî dabû diyarkirin ku bi rastî jî pênasekirina hevala Nûjiyan ne ewqas hêsan e û ne kesayetekî ku mirov bi çend gotinan bîne ser ziman e. Lê ez dikarim vêya bêjim kesên ku bi hevala Nûjiyan re jiyan kirine pir bi şans in. Ji ber kesayetek wisa bû ku mirov jê fêrî her tiştê dibû. Li cihên cûda jî me bi hev re xebat daye meşandin, herî dawiyê li Şengalê em bi hev re bûn. Me gelek rojên xweş û zehmet jî bi hev re jiyan kir. Lê dema ku mirov di rojên zehmet de jî bi hevala Nûjiyan re jiyan bike, bi wê re van rojan derbas dikir. Ji ber asta wê ya moraldayîna derdorê xwe di asta jor de bû.
 
Di wê êrîşa ku wek berdewama fermanê hatibû pêkanîn de hevala Nûjiyan ku ji bo şopandina rewşê li wê derê bû hat hedef girtin û li wê derê giran birîndar bû. Dema ku hat nexweşxanê em her roj diçûn gel wê. Lê belê mirov nikarî hevalekî xwe di wê rewşê de qebûl bike. Em fêrî jiyaneke bê hevala Nûjiyan nebûbûn. Ji ber ku di nav her gotinê xwe de digot ‘heya ku em Şengal’ê rizgar nekin, ew jinên ku ji destê zaliman ewqas zehmetî jiyan kirine neyên li ser axa pîroz em ji Şengal’ê dernakevin’. Hevala Nûjiyan ji bo tolhildana jinên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide û têkoşîn dimeşînin, dixwest vêya ragihîne. Heya kêliya xwe ya dawiyê jî vê erkê xwe bi cih anî. Ji ber ku nedixwest jin careke din vê kerastê jiyan bike.
 
Hevala Nûjiyan ji aliyê gel ve jî pir dihat hezkirin. Gelek caran bi jinên Êzidî re hevpêyvîn çêkiribû û çîrokên wan nivîsandibû. Çûbû gelek malan û ji ber vê yekê her kes wê nasdikir û pir jê hezdikir. Şahadeta hevala Nûjiyan bandorekî mezin li ser jinên Şengal’ê da çêkirin. Ligel ku dema ew nû derbasî Şengal’ê bû kesekî nas nedikir û çanda wê derê jî nizanibû, di demekî pir kin de cihê xwe di nav dilê gel jî da avakirin. Naskirina civaka Şengalê ji bo heval Nûjiyan bi xebat û keda wê çêbû. Ev yek hişt ku civaka Kurd ên Êzidî hevala Nûjiyan wek keçekî xwe bibînin. Piştî şahadeta wê, her jinekî ku behsa hevala Nûjiyan dikir bi barandina rondikan wê vedigotin.
 
Bi rastî hevala Nûjiyan wek navê xwe her tim bû afirînerê jiyana nû. Em jî wek rêhevalên wê, heya dawiyê em ê bibin şopdarên rêhevalên wek hevala Nûjiyan. Ji ber kesayetên wek wê dîrokek avakirin, mîrasek mezin li pêy xwe hiştin. Em jî vê sozê didin ku wê tu caran pênûs û wênekeşê wê li erdê nemîne.
 
*Hûn dikarin bîranîne xwe ya derbarê Nûjiyan de ji me re par vebikin? 
 
Bê guman her kes di jiyana xwe de gelek bîranînan dijîn. Bi taybet jî ji ber rojnamevan dibin şahîdê gelek tiştan, her kêlî bi xwe re bîranîn û an jî xemgîniyan tîne. Ez dixwazim behsa bîranînekî xwe yê bi hevala Nûjiyan re bikim. Di payîza 2016’an de pêngava tolhildana Jinên Êzidî dest pê kir. Ez û hevala Nûjiyan bi hev re çûn cihekî, em ê wê pêngavê bişopînin. Ez û dû kesên din çûn cihekî cûda me dest bi bernameyê xwe kir. Şervanekî ji me re got ‘ez diho li van deran geriyam e, min di bin kevirekî de cenazê zarokekî mirî dît. Diyar e ku yê dema fermanê ye, hema hema zarokekî ku 2 salî be, lê belê ji cilên wê diyar bû ku zarokekî keç e’. Me dîmen jî girt. Piştî ku me bername xilas kir em vegeriyan cihê xwe. Min ji hevala Nûjiyan re behsa wê zarokê kir. Got ‘cenazeyê vê zarokê hatiye dîtin lê bi hezaran zarok wenda ne û aqubeta gelekan jî ne diyar e’. Çawa ku hevala Nûjiyan li wê dîmenê temaşe kir hema rabû di wê derbarê de nivîsek nivîsand. Ev yek nêzîkatiyên wê yê ku çawa erkê xwe yê rojnamevantiyê bi cih tîne nîşan dide.