Qadên herî bi rîsk girtîgeh in: Divê demildest tehliye pêk bên

  • 09:05 22 Adar 2020
  • Rojane
Gulîstan Azak
 
MELETÎ - Hevseroka ÎHD’a Meletiyê Gonul Ozturkoglu, ku wek parêzvana mafê mirovan 4 mehan di girtîgehê de ma, diyar kir ku ji ber vîrûsa korona divê tahliye pêk bên û got divê wezareta dadê bizanibe ku wê ev rê li ber binpêkirinên cidî vebike û divê demildest girtiyan tahliye bike.
 
Li Tirkiyeyê ji 11’ê Adarê de heta niha kesên ji ber vîrûsa korona jiyana xwe ji dest dane bûn 9  û 670 kes jî testa wan pozîtîf derket. Vîrûsa korona bêguman herî zêde girtîgehan jî tehdîd dike. Di serî de girtiyên nexweş, jinên ducanî û kal û pîr di bin rîskê de ne. Li gorî rapora ÎHD’ê ya 2019’an 458 jê giran bi giştî hezar û 334 gitiyên nexweş hene. Li gorî Înîsiyatîfa Maf jî hejmara zarokên bi dayikên xwe re li girtîgehan dimînin ji mijdara 2019’an heta niha gihiştye 780’ê.
 
Her çiqas wezareta dadê bêje ku tedbîr hatine girtin, malbatên girtiyan, saziyên civaka sivîl, parêzer, rêxistinên pîşeyî û tenduristiyê daxuyanî dan û diyar kirin ku daxuyaniyên hikûmetê baweriyê nadin. Endamên komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê û Kordînatorên Komeleya Civaka Sivîl a di Pergala Înfaza Cezayê ku bi hev re serî li girtîgehan dikin diyar kirin ku tedbîr li girtîgehan nehatiye girtin û binpêkirinên mafan didomin.
 
Ji baroyan banga hevpar
 
Piştî vîrûsa korona ya li Tirkiyeyê rû da şûnde, 32 baroyî, daxuyaniya hevpar dan û balkişandin ser kampasiteya girtîgehan û diyar kirin ku bi hezaran kal û pîr, nexweş, jin û zarok hene. Her wiha Baroyan banga girtina tedbîrên lezgîn kir.
 
‘Ez şertên girtîgehê baş dizanim’
 
Hevseroka ÎHD’a Meletiyê Gonul Ozturkoglu ku ew jî di 22’ê adara 2019’an de ji girtîgeha Jinan a Elezîzê tahliye bûye, axivî û diyar kir ku ew şertên girtîgehê baş dizane û wiha pê de çû: “Ez 4 mehan girtî mam. Şertên girtîgehê gelek zor û giran in. Kapasîte gelek giran e. Divê demildest tedbîr bên girtin. Li Îranê di vê mijarê de pêngav hatin avêtin. Divê wezareta dadê li vir jî heman xesasiyetê nîşan bide.”
 
‘Rewş bi rîsk e’
 
Gonulê der barê binpêkirina mafan ya li girtîgehan de jî wiha got: “Di rewşa normal de dema kesek bi şewbê dikeve, her kes pê dikeve. Ligel vê zarokên bi dayika xwe re dimînin hene.  Dîsa tuwalet û serşo hevpar tên bikaranîn. Ev ji bo girtiyan xetereyek mezin e. Alavên paqijiyê nadin. Xwarinên wan nebaşin. Zarok û girtiyên nexweş baş xwedî nabin. Girtiyên nexweş ancax heta 3 hefteyan dibin revîrê. Dema dibin jî tenê derman didinê. Ji ber vê divê biryara tahliyeyan bê dayîn. Mafê jiyanê mafê herî girîng e. Divê parêzvanên mafê mirovan, STK, rêxistinên tenduristî û hiqûqê demidlest bikevin tevgerê.”