ROJEVA 22’YÊ ADARA 2020’AN

  • 09:00 22 Adar 2020
  • Rojev
*Di çarçoveya lepirsîna ji aliyê Dozgeriya Rihayê ve hat destpêkirin de Hevşaredara Cizîrê ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu hat binçavkirin piştî 8 rojan hat berdan. Bêrîvan diyar kir ku di dema binçavkirinê de bi heqaretê re rûbirû maye û got: "Divê baş bê zanîn ku em tu carî li hemberî binpêkirin û zextan ji têkoşîna xwe dûr nakevin." BI DÎMEN 
 
*Sefa Xelef ji Şehbayê ye di encama teqîna mayinan de keça xwe winda kir û birîndar bû û got: Di encama mayînê de min keça xwe û parçeyek ji bedena xwe windakir. Her wiha xaniyê me jî ji hêla çeteyan ve hat xirakirin." BI DÎMEN 
 
*Hevseroka ÎHD’a Meletiyê Gonul Ozturkoglu, ku wek parêzvana mafê mirovan 4 mehan di girtîgehê de ma, diyar kir ku ji ber vîrûsa korona divê tahliye pêk bên û got divê wezareta dadê bizanibe ku wê ev rê li ber binpêkirinên cidî vebike û divê demildest girtiyan tahliye bike.
 
* Bajarê Antîk yê Dara ku bi mîmarî û dîroka xwe gelek navdare, di bin axê de li bendê kîfşkirinê ye. Ji ber butçeyek têr nayê veqetandin, bajar ji kolandinê re nayê vekirin û sira xwe ya hezaran salî jî hîna diparêze. BI DÎMEN 
 
*Xizmên girtiyan diyar kirin ku ji ber vîrûsa korona girtîgeh di bin tehîdê de ne û gotin hîna ku dereng nebûye divê girtîgeh bên valakirin. BI DÎMEN 
 
*Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran der barê vîrûsa korona de hikûmet hişyar kir ku got der barê jinan, girtîgeh, penaber û xizanan de çareseriyên mayînde divê bên pêş xîstin.
 
*Kedkara tenduristiyê Gulîzar Îpek, dewlet bi du rêbazên cuda yên wekê zext û çewisandinê bi vîrûsa korona re têdikoşe û got welatên wek Îran, Îtalya û Tirkiyeyê van rêbazan diceribînin û ev jî wê rîskê hîn bêtir mezin bike. 
 
*Hewlêr Şahîn, diyar kir ku lêgerîna Nûjiyan yên ji bo jiyanek azad her tim di asta herî jor de bû û got: "Komekî jinên ciwan ên Êzidî wek rojnamevan perwerde dikir. Dixwest jin bi pênûsa xwe jiyana xwe ji cîhanê re ragihîne." 
 
*Bijîşk Evîn Bahar Dundar di derbarê nexweşiya koronoyê (kovîd-19) diyar kir ku dive gel hişyariyên rayedar û ji zanyarên beşê tenduristiyê cidî bigirin, ji derveyê wê guh nedin her agahiyan û got: "Ji bo hûn agahiyên rast bigirin parvekrinên TTB’yê bişopînin." 
 
*22’ê Adarê li hemû deverên cîhanê weke roja helbestan tê pîroz kirin. Helbestvan Nurcan û Kevok diyar kirin ku helbes xwedî dîrok û nirxek mezin e û gotin: "Divê em nirxên xwe biparêzin û bi pêşve bibin.” BI DÎMEN