Gelê Efrînê li Şehbayê bi komên biçûk Newroz pîroz kirin

  • 18:16 21 Adar 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Bi hatina cejina Newrozê gelê Efrînê li Şehbayê bi komên biçûk Newrozê pîroz dikin. 
 
Bi belavbûyina vîrûsa korona Rêveberiya Xweser pîrozbahiyên girseyî yên Newrozên betal kir. Gelê Efrînê li Şehbayê bi komên biçûk Newrozê xwe pîroz kirin. Her wiha gelê Efrînê duh şev jî bi komên biçûk Newroz pêşwazî kiribûn. 
 
Emîne Mihemed têkîldarê vê rojê hestên xwe wiha anî ziman: "Ez Newroz di serî de li Rêber Apo û Gelê Kurd pîroz dikim. Hêviya me ew e ku em sala bê li Efrînê agirê Newrozê geş bikin. Cejina Newrozê ji bo Gelê Kurd pir bi wate ye, lewra di hemû şert û mercên jiyanê de divê agirê Newrozê bê geş kirin. Ji bo vîrûsa korona şahî hatin betal kirin ew jî ji bo tendirustiya gel e. Bi komên biçûk be jî me Newrozê xwe pîroz kir."