Zarokan li gundên Qoserê mohra xwe li Newrozê xist

  • 16:56 21 Adar 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Gundê Kermirara û Hêşeriyê yên Qoserê, Newroz di pêşengiya zarokan de hat pîrozkirin. Bi dehan zarok kom bûn û agir geş kirin. 
 
Newroz ji ber îsal bi girseyî nehat pîrozkirin, her malbatê li ber deriyên xwe Newroz pîroz kirin. Li gundên Kermirara û Hêşeriyê yên Qoserê çend rojin li ser hev agirê Newrozê tê pêxistin. Zarokên ku pêşengiya pirozbahiyê kirin, li ber malên xwe kom bûn bi tekeran Agirê Newrozê geş kirin û Newroz pîroz kirin. Zarokên ku Newroz pîroz kirin nîşaneyên serkeftinê bilind kirin û wêne kişandin.