'Dê salonên berber, kuafor û xweşikbunê bêne girtin'

  • 16:50 21 Adar 2020
  • Rojane
ENQERE - Wezareta Karên Hundir têkildarî vîrûsa korona ji 81 bajaran de giştînameyek şand. Wezaretê di giştînameyê de diyar kir ku dê berber, kuafor û salonên xweşikbûnê bên girtin. 
 
Wezareta Karên Hundir ji ber vîrûsa corona (Kovid-19) giştînameyek bi sernavê "tedbîrên vîrûsa corona" ji 81 bajaran re şand. Wezaretê diyar kir ku dê heta fermana duyemîn salonên berber, kuafor xweşikbûnê îro saet ji 18:00'an û şûnde bên girtin û heta fermana wan a duyemîn dê neyên vekirin. Biryar dê ji saet 18.00'an ê 21'ê Adara 2020  dest pê bike. 
 
Her wiha AVM Ceylan Karavîl Park a navçeya Kayapinara Amedê ji ber vîrûsê hat girtin û rayedarên AVM'ê daxuyaniyeke nivîskî da û da zanîn ku tişta herî girîng tenduristiya gel e û ji ber vê sedemê em deriyê xwe digirin. Du roj beriya niha bi heman mijarê AVM'ya Nînova Park ya ku 9 sal in kar dike deriyê xwe girt.