Bi weşana zindî aqûbeta windayên xwe pirsîn

  • 16:31 21 Adar 2020
  • Rojane
STENBOL - Ji ber vîrûsa koronayê Dayikên Şemiyê, vê hefteyê aqûbeta windayan li ser hesabên xwe yên medya civakî bi weşana zindî pirsîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê her tim aqûbeta windayên xwe pirsbikin. 
 
Dayikên Şemiyê ku 782 hefte ye aqûbeta xizmên xwe yên winda dipirsin, vê hefteyê ji ber vîrûsa koronayê li şûna kuçeyê çalakiya xwe li ser hesabên xwe yên medya civakî bi weşana zindî berdewam kirin. Dayikên Şemiyê, ji ber qedexeya Qada Galatasarayê 81 hefte bû çalakiya xwe li kûçeya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li dar dixistin. Vê hefteyê ji ber vîrûsa koronayê, dayikan aqûbeta windayan bi weşana zindî pirsîn. 
 
Daxuyaniya ku li ser navê dayikan hat amadekirin, ji aliyê endama ÎHD’ê Besna Tosûn ve hat xwendin. Besna, destnîşan kir ku lêgerîna xwe ya heqîqet û edaletê ku ji sala 1995’an ve didomînin, ji ber vîrûsa koronayê biryar girtine ku heta demekê li ser medya civakî berdewam bikin. 
 
'Divê dewlet di xizmetê de cudahiyê neke'
 
Besna, diyar kir ku li ser pêşniyarên rêxistinên tenduristiyê biryareke bi vî rengî dane. Besna da zanîn ku ew bi biryara xwe armanç dikin ku malbat, piştgiri, rojnamegerên ku her hefte daxwazên wan ji raya giştî re radigihînin û polîsên ku her hefte tundiyê li wan dikin, ji vîrûsê biparêzin û wiha got: “Weke welatî, me berpirsyariya xwe ya li dijî vîrûsa ku gef li civakê dixwe bi cih aniye. Destpêkê kontrolkirina vîrusê û têkoşîna li dijî vîrusê ya zelal mecbûrî ye. Mafê civakê heye ku bi talûkeyeke çawa re rû bir û ye. Tenduristî, edalet û hiqûq mafên herkesî ne û nikarin bên bazirganîkirin. Divê ku dewlet xizmeta baş a wekhev û bê pere ji herkesî re bike. Divê ku dewlet hemû pêwistiyên welatiyên ku li dijî vîrûsê bêparastinên bi bersivîne.”
 
'Êdî bila kes neyên windakirin'
 
Besna, di berdewama daxuyaniya de bal kişand ser çalakiya dayikan û têkildarî mijarê ev tişt got: “872 hefte ne em rastiya bê ceza hiştina windakirinên di bin çavan de û binpêkirinên mafan ên sîstematik vedibêjin. Em siyaseteke ku ji heqîqet û mafên mirovan re rêz digire û li ser demokrasiyê mezin dibe daxwaz dikin. Em rêveberiye ku karibe hesab bide daxwaz dikin û ji bo vê yekê raya giştî ava dikin. Em dikarin ku êdî rê nedin kes di bin çavan de bê windakirin. Tekoşîna me ne tenê ji bo windayên me ye di heman demê de ji bo aramî û ewlehiya hemû kesên ku li ser vê axe dijîne. 872 hefte ye em bi israr dibêjin ku em ê ji daxwaza xwe ya edalat û heqîqetê ya ji bo hezkiriyên xwe neyên xwarê. Em bang li herkesi dikin deng bidin vî dengê me yê li ser medya civakî.”