Komek ciwan li Parka Newrozê Newroz pîroz kirin

  • 16:18 21 Adar 2020
  • Rojane
AMED - Komek ciwan li Parka Newrozê kom bûn û tevî hemû hişyariyan dîsa li parkê Newroz pîroz kirin. 
 
Komek ciwan li Parka Newrozê kom bûn û Newroz pîroz kirin. Koma ciwanên ku li parkê kom bûn tevî hemû hişyariyan dîsa li ber dengê def, zurneyê govend gerandin û bi coşekê Newroz pîroz kirin. Îsal ji ber vîrûsa corona Partiyên siyasî yên Kurd û rêxistinên civakî biryar dan ku Newrozê bi girseyî pîroz nekin. Ji ber vê yekê îsal Kurdan Newroz li malên xwe pîroz kirin.