Kemal Kurkut li cihê lê hat kuştin hat bibîranîn

  • 15:08 21 Adar 2020
  • Rojane
AMED - Rêxistina HDP’ê ya Amedê  xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ê di Newroza 2017’an de ji aliyê polîsan ve hat kuştin, li cihê lê hat kuştin bibîr anî. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê li kolana Evrîm Alataş kom bûn û xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ê ku di Newroza 2017’an de ji aliyê polîsan ve hat kuştin bibîranîn. Hevserokên HDP’ê yên Amedê Zeyad Ceylan û Hulya Alokmen Ûyanik, endam û rêveberên navçeyan yên HDP’ê û endamên meclîsa partiyê beşdar bûn. Despêkê polîsa nehişt ku HDP’î bîranînê pêk bînin. Li ser ve yekê Hevserok Zeyad Ceylan bertek nîşanî polîsan da û diyar kir ku ne daxuyaniya çapemeniyê li dar dixin bîranînê pêk tînin. 
 
Hulya Alokmen Uyanik di destpêka axaftina xwe de kesên qetlîamê pêkanîne şermezar kir û got divê bi lezgînî ew werin ceza kirin. Hulya di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser cejna Newrozê a ku ji ber sedema nexweşiya koronoyê hatiye betal kirin kir û wiha got: “Em cejna newrozê li hemû gelê xwe pîroz dikin. Tenduristî û ewlehiya gel ji bo di rêza yekem de ye. Di salên pêşiya me de em ê bi hêztir beşdarî pîrozbahiyê bibin. Bi taybet ez li ber şehîdên di oxira cejna Newrozê de jiyana xwe ji dest dane bejna xwe di tewînim û wan bi bîr tînin.”
 
Zeyat Ceylan ji got bi hêviya jiyanek bêyî qetlîam ango Kemal Korkut bê sûc bû ew bi zanebûn hat qetil kirin. Zeyad diyar kir ku heya failên bûyerê werin cezakirin wê bûyerê bişopînin.