TUAY-DER: Divê heyeteke serbixwe ya tenduristiyê biçin Îmraliyê

  • 14:53 21 Adar 2020
  • Rojane
AMED - TUAY-DER bi daxuyaniyek bal kişand ser rewşa girtiyan û diyar kir ku girtîgeh bi rêkûpêk nayên dezenfekte kirin û wiha hat gotin: "Divê heyeteke serbixwe ya ku ji hêla rêxistinên tenduristiyê ve pêk tê demildest biçin Îmraliyê."
 
Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) têkildarî rewşa dawî ya li girtîgehan a ji ber vîrûsa korona daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku li gelek girtîgehan pîvanên paqijiyê li ber çavan nayên girtin û nayên pêkanîn û got: “Qawîş bi rêkûpêk nayên dezenfektekirin. Amûrên paqijiyê kêm in, saetên derketin derve sînordar in û ava germ bi rêkûpêk nayê dayîn.”
 
Di daxuyaniyê de daxwaz ji Wezareta Tenduristiyê hate kirin ku heke li girtîgehan vîrûsa korona hatibe tesbîtkirin divê tavilê bi raya giştî re bê parvekirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hemû hevdîtinên rûbirû hatine qedexekirin û tenê bi rêya telefonê hevdîtin tên kirin û ev hate gotin: “Lê li Girtîgeha Îmralî ya ku Birêz Abdullah Ocalan 21 sal in lê dimîne ev 21 sal in mafê telefonê hatiye rakirin. Divê mafê bi rêya telefonê ya hevdîtinê ji bo Birêz Ocalan û girtiyên din jî bên pêkanîn. Dîsa ji bo hevdîtin bi Birêz Ocalan û her sê girtiyên din re pêk bê daxwaz dikin ku divê heyete ji rêxistinên tenduristiyê ya serbixwe jî li xwe bigire tavilê biçin Îmraliyê.”
 
Her wiha di daxuyaniyê de daxwaza serbest berdana girtiyên nexweş jî hat kirin.