Bi rêbazên rengîn Newroz hat pîrozkirin

  • 12:25 21 Adar 2020
  • Rojane
AMED - Li navçeyên Bismil, Farqîn, Lîce, Pîranê welatî li malên xwe bi find, meşaleyan pêxistin û Newroz pîroz kirin. Li kolanan jî bi pêxistina tekeran Newroz hat pîrozkirin. 
 
Îsal ji ber vîrûsa korona pîrozbahiyên girseyî yên Newrozê hatin betalkirin. Gel li dijî rîsta vîrûsê li malên xwe bi rêbazên cuda Newroz pîroz kirin. Welatiyan li malên xwe bi find, meşaleyan Newroz pîroz kir. Hin welatiyan jî li ber deriyê malên xwe bi pêxistina lastîkên tekeran Newroz pîroz kir. Li navçeyên Bîsmil Farqîn, Lîce û Piranê welatiyan li eywan û pêşiya malên xwe Newroz bi rêbazên rengîn pîroz kirin.