'Em ê xewna neviyên Kawayê Hesinkar pêk bînin'

  • 09:58 21 Adar 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Bi boneya Cejna Newrozê, şêniyên Navçeya Til Temirê find li ser gora neviyên Kawayê Hesinkar vêxistin. 
 
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku kombûyîn qedexe kiriye, şêniyên Til Temirê jî vê yekê pêk tînin û îro bi hejmareke biçûk çûn goristanê "Şehîdên Til Temirê"û find li ser gorê wan bi rengê kesk, sor û zer vêxistin.
 
'Newroz pîroz be'
 
Xaltiya Ş.Dil Êş Zagros, Cewahir Silêman Hesen Newroz li tevahî Gelê Kurd azadixwezan pîroz kir û wiha domand: "Bi boneya Newrozê me find li ser gorê şehîdên xwe vêxistin e, em cejna Newrozê serî de li Rêber Ocalan û şehîdên ku canê xwe ji bo gelê xwe feda kirin e pîroz dikin. Piştî me bi hezaran şehîd danî em êdî koletiyê û komkujiyan ser xwe qebûl nakin."
 
'Ka em xewna neviyên Kawayê Hesinkar bikin rastî' 
 
Cewahirê bi vê peyamê dawî li gotina xwe anî: "Êdî bes e xwîna Gelê Kurd tê rijandin û dibin qurbana tîfaqên dewletan, bila Kurd û partiyên kurdî bibin yek û rê li ber komplo û xwînrijandinê bigrin. Êdî bes e dijmin û neyarên Kurdan me parçe dikin, ka em yekitiya xwe ava bikin û xewnên şehîdên xwe bikin rastî."