'Newroza 2020'an bila bibe dawiya dagirkeran'

  • 09:38 21 Adar 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Ferîde Emîn yek ji jinên Kurd e ku di serdema Rêjîma Sûrî de Newroz pîroz dikirin, zextên rêjîmê û îsrara Gelê Kurd a pîrozkirina cejna Newrozê nirxand.
 
Di sala 1986'an de, Rêjîma Sûrî li Şamê pêşî li pîrozbahiya Newrozê girt, lê xelkên taxên Kurdan derketin ser lingan ber bi cihê diyarkirî yê pîrozbahiyê ve çûn lê  rejîmê nehişt ku pîroz bikin. Rêjîmê guleyên zindî li ser wan de reşand û di encamê de ciwanê Kurd Suleyman Adî şehîd ket, lewma xwendekarên Kurd red kirin ku biçin dibistanan. Bi taybetî li bajarê Qamişloyê, serdana gora şehîd Suleyman dihat kirin, ji ber vê yekê Rêjîm neçar ma ku 21'ê Adarê wekî cejnek giştî bi navê Dayikê îlan bike, da ku tengezariya xwe li hember Gelê Kurd kêm bike, ji tirsa serhildanê.
 
Dayika kurd Ferîde Emîn a ku tevî astengiyên Rêjîma Sûrî û zextên wê Agirê Newrozê vêdixist û cejin pîroz dikir, bîranînên xwe yên wan salan bi ajansa me re parve kir.
 
'Agirê Newrozê bi gerandina govenda ku jin û ciwanan serkêşiya wê dikir, geş dibû' 
 
Ferîdeyê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser Newrozê û wiha pê de çû:"Newroz di dilê her zindiyekî Kurd e cihekî xwe yê girîng heye. Her sal divê ku em cejina xwe pîroz bikin. Dema ku dibû Adar me dest bi amadekariyê Newrozê dikir, xwarina herî xweş çêdikir, cil û bergên kurdî çêdikir û li xwe dikir. Me şeva Newrozê li ser cihên bilind agirê serhildan û newrozê vêdixist û govendeke mezin li ber digerandin. Bi vêxistina agirê Newrozê, leşkerên Rêjîmê astengî derdixistin, lê me xwe vedişart heya ku diçûn. Agir bi gerandina govendê geş dibû."
 
'Da ku Rêjîm bi me nehise, di saetên berbangê de û em di nava çol û zeviyan re diçûn'
 
Ferîdeyê wiha behsa demên berê kir: "Di roja Newrozê de da ku Rêjîm bi me nehise, em ji saet 03:00'an an jî 04:00'ê berbangê derdiketin. Rojekê em nû gihiştin cihê pîrozbahiyê û roj li me hilat. Me nedikarî di rêyên giştî re biçin. Di rêyê din re an jî di nava zeviyan û çolê re diçûn. Gelek caran em dawiya terektoran siwar dihatin û bi lîlandinê û çepikan bi rê diketin."
 
'Bi hezaran Kurd li gundê Çolbestan Newroz pîroz dikirin' 
 
Ferîdeyê diyar kir ku ew newrozê heta seatên êvarê pîroz dikirin û wiha dewam kir:"Bi hezaran Kurd li gundê Çolbestanê Newroz pîroz dikirin. Dema ku em dighiştin ciyê pîrozbahiyê me konê xwe vedigirt û xwarin û vexwarina xwe çêdikir û heya saetên êvarî em li wir diman. Zarokên me diçûn dîlan dikirin."
 
'Rêjîmê nehişt em Newroza 2004'an pîroz bikin'
 
Ferîdeyê destnişankir ku piştî komkujiya 12'ê Adara  2004'an a stadyoma Qamişlo Rejîmê nedihêşt Newroz were pîrozkirin û wiha dirêjî da gotinên xwe:"Piştî bûyera 12'ê Adara 2004'an ya Serhildana Qamişloyê de Rêjîmê nehiştin ku em Newrozê pîroz bikin û zexteke mezin wê demê li me kirin. Adar ji bo Gelê Kurd ne tenê rojeke nû ye, rojeke serhildana li hember hişmendiya sîstema desthilatdar e jî."
'Newroz bendewariya hevdîtina gelan bû' 
 
Ferîdeyê xweşiya Newrozên wiha bi lêv kir: "Roja Newrozê rojeke gelekî xweş e, gotin têra vegotina xweşiya wê rojê nake. Bi hezaran kes li hev kom dibûn, bi hev re xwarin dixwarin, stranên newrozê digotin. Gelê ku bi salan hev nedîtibûn di Newrozê de hev didîtin. Pîrozbahiya newrozê cihê hevdîtinan jî bû."
 
'Gelê Ereb jî bi me re Newroz pîroz dikirin'
 
Ferîdeyê di dewama gotinê xwe de tevlîbûna pêkhateyên Ereb ji newrozê re anî ziman û wiha dewam kir: "Ne tenê Gelê Kurd di salên dawiyê de beriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê gelê Ereb jî bi me re cejina Newrozê  pîroz dikirin. Ev jî ji bo me gelekî xweş û bi wate bû ku Kurd û Ereb di şîn û şahiyan de yek in û hişmendiya dewletê nikare têkiliyên me ji hevdû qut bike."
 
'Me wêne, al û pirtûkên Rêber Ocalan di bin erdê de vedişart'
 
Ferîdeyê di dewama axaftina xwe de behsa  êrîşên Rejîmê yên li ser malan nirxand û wiha berdewam kir:"Rêjîm ne tenê xortê kurdan digirtin, wêneyê pîrozbahiya Newroz, malbat, pirtûkên serokatî û alên kurdî jî desteser dikirin û dema êrîşî mala me dikirin ew jî dibirin. Ji ber wê dema ku me dibihîst wê Rejîm  êrîşî malan bike, me hemû tiştên xwe ji al, wêne, sembol û pirtûkên Rêber Apo dixist bin erdê. 
 
'Newroza 2020'an bila bibe dawiya dagirkeran' 
 
Ferîdeyê bi vê daxwazê dawî li gotina xwe anî: "Piştî Şoreşa Rojava êdî bi rengekî azad me Newroza xwe pîroz dikir, lê di salên dawiyê de DAIŞ û dewleta tirk a dagirker êrîşî axa me dikin û dixwazin Kurdan tune bikin, lê em tune nabin em gelekî berxwedêr in. Hêviya min ew e ku Newroza 2020'an bibe sala dawiya dagirkeran."