Dîrok bi dîrok navê berxwedanê Newroz: Newroza 2020’an bû mîvanê her kesî

  • 09:33 21 Adar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Newroza ku bi agirê ku Kawa di 612’an de pêxist û heta îro berdewam kir, ji bo Gelê Kurd bûn sîmgeya azadî û hebûnê. Agirê ku Berîvan, Sema, Rahşan, Zekiye û Mazluman gur kir, gihişt milyonan. 
 
Li gorî çavkaniyekê beriya Zayînê di 612’an de Kawa li dijî Dehaqê ku zilmê li Gelê Kurd dike, serî hil dide. Kawa, Dehaq dikuje û dawî li îşkenceya li hemberî gel tîne. Kawa vê mizginiyê jî li hewşa kelehê bi agirê ku pê dixe dide Gelê Kurd. Bi vî agirî peyama azadiyê dide gel. Agirê ku Kawa pêxist bi hezaran salane her diçe gûrtir dibe.
 
Kurd ji sala 1990’î heta niha her sal bi rêk û pêk Newroz pîroz dike. Tevî zextan Gelê Kurd agirê Newrozê gur kir, ji bo vê bi hezaran jî bedel dan. Berîvan, Zekiye, Ronahi, Rahşan, Sema, Mazlum û gelekên din…
 
Newroza Cizîrê: 94 kesî jiyana xwe ji dest da
 
Newroza Cizîrê ya 1992’yan ji hîna jî di hişê mirovan de tezeye. Cizîr yek ji cihên herî girîng ya berxwedana Newrozê bû. Yek ji cihên ku herî zêde bedel da. Cizîr di 1992’yan de di xwînê de ma. Ne tenê li Cizîrê li Nisêbîn, Amed, Êlih, Edene û gelek bajarên din gel li kolanan bûn. Di berxwedana Newroza 92’yan de 94 kesî jiyana xwe ji dest da.
 
Li Tirkiyeyê gel li kolanan bûn
 
Di 1993’an de di encama hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re agirbest pêk hat û Newroz bi coşek mezin hat pîrozkirin. Di 94’an de li ser banga PKK’ê ya ‘danekevin kolanan li malên xwe pîroz bikin’ gel dernket û li hinek cihan kepenk hat girtin. Di 1995’an jî li bajarên herêmê çalakiyên li kolanan pêk hatin.
 
‘Bijî Newroz’
 
Di 1996’an de li Amed, Êlih, Şirnex, Mersîn, Edene, Meletî, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Balikesîr, Edîrneyê gel daket kolanan û Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyan de bi sedan kes hatin binçavkirin. Di 1997’an de gel qadên pîrozbahiya Newrozê ya bi pêşengiya HADEP’ê pêk hat, tije kir. Jinan bi cil û bergên gelerî di eniya pêş de cih girt. Li Amedê 4 hezar kes li qada Batikentê hatin cem hev û polîsan gel ji qadê dûr xist. Li Stenbolê 5 hezar kes daketin qadê.
 
Piştî komployê Newroza yekem: 8 hezar û 174 binçavkirin
 
Di 1998’an de di Newrozan de êrîş hatin jiyîn. Li Stenbolê piştî pîrozbahiyê bi hezarna kes hatin binçavirin û li Amedê jî di êrîşa polîsan de 20 kes birîndar bûn û bi dehan kes hatin binçavkirin. Di 1999’an de piştî komployê di pîrozbahiya Newrozê de bi hezaran kes daketin qadan û li gorî rapora ÎHD’ê li Tirkiye û herêmê bi giştî 8 hezar û 174 kes hatine binçavkirin.
 
Di 2000’î de Newroza bi destûr: 20 hezar kes tevlî bûn
 
Di 2000’î de li bajarên herêmê yekem car Newroz bi destûr hat pîrozkirin. Bi pêşengiya HADEP’ê li Amedê Newroz pêk hat û ji 2000’î zêdetir kes tevlî Newrozê bûn.
 
Li her derê agirê Newrozê hat pêxistin
 
Di 2001’ê de li Mersînê bi tevlîbûna 70 hezar, li Amedê bi 500 hezarî zêdetir, li Edenê bi 40 hezarî, li Dîrokê bi 30 hezarî pîrozvbahiyên Newrozê pêk hatin. Di 2002’an de ligel qedexeyê Newroz bi coş hat pîrozkirin. Li Stenbolê polîs êrîşê pîrozbahiyan kir û 500 kes bi îşkencê binçav kirin. Li Eskîşehîr, Antalya, Eneqere, Îzmîr, Edene, Bursa, Kocaelî, Qeyserî, Adapazari û Osmaniyê pîrozbahî pêk hatin.
 
Ji 2003’an heta 2006’an yek dengek bilind bû: Bijî Serok Apo
 
Rojeva salanê 2003-2004-2005 û 2006’an tecrîda li ser Abdullah Ocalan bû. Tevî zextan di 2003 û 2004’an de girseyê qad tije kirin û di 2005 û 2006’an dej î gel bi şîara ‘Ji Serok Apo re Azadî’ qad tije kirin. Di 2006’an de berxwedanek mezin hat jiyîn. Li her kolana Amedê pevçûn derket. Li dijî tecrîdê li herêmê çalakî belav bûn. D pîrozbahiya Newrozê de dirûşmeya ‘Bijî serok Apo’ bilind bû.
 
Gelê Kurd dest ji pîrozbahiyan berneda
 
Di 2007’an de li 56 bajarî pîrozbahî hat kirin. Di 2008’an de Newroz hat qedexekirin û Gelê Kurd tevî qedexeyan daketan qadan. Di êrîşên li Wan û Colemêrgê de 3 kesî jiyana xwe ji dest da. Di 2009, 2010 û 2011’an de pîrozbahî bi destûr pêk hatin. Bi hezaran kesî qad tije kirin.
 
Di 2012’yan de berxwedan
 
Di 2012’yan de pevçûnên mezin û berxwedan pêk hatin. Bi hezaran kesên daketin qadan rastî êrîşan hatin. Li gorî rapora ÎHD’ê 2 kesî jiyana xwe ji dest daye, 178 kes birîndar bûye û 500 hatine binçavkirin. Li Amedê girseya ku qedexe nas nekirin tevî êrîşan li kolanan kom bûn. Çalakiyan bi rojan li Amed, Êlih, Şirnex, Colemêrg û Wanê berdewam kir.
 
Newroza dîrokî ya 2013’yan
 
Di Newroza mezin ya Amedê de bi mîlyonan kes ligel hev kom bûn. Gel bi coş û kelecan di setên sibehê de herikîbûn qadê. Bi sedan kes ji şevê hatibûn parka Newrozê. Di Newrozê de peyama Abdullah Ocalan hat xwendin û dema nû dest pê dikir. Bi mîlyonan kesî di bin siya agirê Newrozê de ji ‘Aştiyê re’ got ‘merhaba’.
 
Newrozên sala 2014 û 2015’an aram derbas bûn û bi mîlsyonan kesî qad tije kirin.
 
Di 2016’an de piştî pêvajoya aştiyê polîtîka salên 90’î ket dewrê. Li gelek bajarî li dijî îlankirina rêveberiyên xweser pêvajoyeke dijwar li dijî Gelê Kurd hat destpêkirin. Gelê Kurd di 21’ê Adarê de daket qadan. Israra di rêveberiya xweser de berdewam kir. Newroza 2017’an beriya referandumê bû. Bi milyonan Kurdî ji pergala ‘serokatiyê re’ got na’. Di 2018 û 2019’an de jî bi mîlyonan kesî tevî hemû zext û zordariyan berê xwe dan qadan.
 
Agirê Newrozê gihişt bi mîlyonan
 
Û îro…. 21’ê Adara 2020’an. Amadekarî bi hefteyan berê hatibûn destpêkirin lê hem li Tirkiye û hem jî li bajarên herêmê ji ber vîrusa korona ya bi lez li her derê cîhanê belav dibe, hat betalkirin. Bi pêşengiya HDP û partiyên siyasî yên Kurd duh êvarê her kesî li şaneşîn, paçe û kolanên xwe agirên biçûk pêxistin û ji Newrozê re gotin ‘Merheba’. Bi milyonan kesî vîdeoyên kişandin parve kirin û bi hashtagên wek #NewrozHerYerde û #NewrozPirozBe Newroz pîroz kirin.