‘Divê girtî demildest serbest bên berdan'

  • 09:25 21 Adar 2020
  • Rojane
WAN - Malbat û xizmên girtiyan ji ber vîrûsa koronayê di nava fikarand de nin û banga serbest berdanê dikin. Hevseroka HDP’a Tuşbayê Edîbe Babur diyar kir ku xetereya vîrûsa korona zêde bûye û divê girtî bên berdan. Rêvebera TUHAY-DER’ê Nîhal Akbulut jî bi lêv kir ku divê li girtîgehan tedbir bên girtin. 
 
Vîrusa Korona (Covîd-19) her diçe belav dibe û li Tirkiyeyê jî vîrûs roj bi roj belav dibe. Wezaretên têkildar ji bo girtiyan du hefte qedexeya hevdîtinê û sînorkirina parêzer anîn. Rêvebera Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Wanê (TUHAY-DER) Nîhal Akbulut û Hevseroka HDP’a Tuşba ya Wanê Edîbe Babur der barê rewşa girtiyan de ji ajansa me re axivîn.  
 
Nîhal, da zanîn ku yek tedbîrên li dijî koronayê berdana girtiyane û got: “Dewlet dikare girtiyan li derve jî kontrol bike. Bi qedexekirina du hefte hevdîtinê wê girtî zêdetir mexdûr bibin. Ji xwe jiyana wan hatiye tecrîdkirin. Niha jî ji malbatên wan tên dûrxistin.”
 
‘Sîtî Goren 75 saliye û nexweşiya wê ya kronîk heye’
 
Nîhalê destnîşan kir ku li girtîgeha Tîpa T ya Wanê di koguşê 8 kesî de dem bi dem 20 kes zêdetir dimînin û wiha got: “Jinên berê di koguşekê de diman niha li du koxuşan veqetiyane û li girtîgehê girtiyên nexweş jî hene. Sîtî Goren ya 75 salî, nexweşa tansiyon, şekir û her wiha nexweşiyên din yên kronîke. Divê demildest bên berdan. Girtiyan di rewşa normal de nabin. Lê di reşeke wisa de bi xetereyek mezin rû bi rû ne.”
 
‘Tevî vîrûsa korona binçavkirin û girtin jî didomin’
 
Edîbe Babur jî got tevî vê vîrusê girtin û binçavkirin didomin û wiha got: “Binçavkirin û girtin hîna didomin. Ji ber vê jî têkiliya bi hundir re qût nebûye. Çarserî ne qûtkirina têkiliya bi derve re ye jî. Biryara herî baş ya ji bo girtiyan eve ku hemû bên berdan.”
 
Edîbeyê da zanîn ku her tim bi girtîgehan re di têkiliyê de ne û got: “Li dijî vîrusê tedbîr nehatine girtin. Tevî ku divê alavên jiyanê yên sereke bê pere bên dayîn, kolonya bi bihayekî mezin tê firotin. Sînorkirina ava germ li hemû girtîgehan didome. Îdiayên ku li girtîgeha Panosê ava laximê didin girtiyan hîna zelal nebûye. Gelo tedbîrek çawa hatiye girtin. Kalorîferan pênaxin. Pirsgirêka germbûnê heye. Sînorkirina cil û bergan heye. Gelek nexweş hîn girtîne. Tevî raporan nayên berdan. Ez bang li wezareta tenduristî û dadê dikim. Tedbîra herî baş berdana girtiyane.”