Hedle Berkel: Jin bi vîna xwe dikare desthiladariyê têk bibe

  • 09:20 21 Adar 2020
  • Rojane
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Hedle Berkel ya 60 salî  ji bajarê Kobanê ye, nêrîn û hestên xwe derbarê fêrbûna ajokariya maşîneyê de wiha anî ziman: "Pêwîst e jin li hemberî zihniyeta baviksalarî têkoşên bike û bibe xwediyê biryar."
 
Bîroya ajokarî ya tirafîka Kobanê ji bo gel xwe fêrî ajotina maşîneyan bike, dewreyên fêrbûna maşîneyan vedike, dewre 22 rojan didome, ji saet 8'ê sibehê heya 3'an vekiriye, kesên ku di sazî û dezgehan de kar û xebat dikin  li gorî saetên kar ji wan re dem  tên veqetandin. Kesên ku xwe fêrî ajokariyê bikin temenê wan  ji 18 û jor de ye, di dema fêrbûna ajokariyê de jî, perwedeya parçeyên maşîneyan jî tên fêrkirin. Dayika Hedle Berkel bi temenê xwe yê 60 salî tevî bûka xwe li fêrgeha ajokariya Kobanê bi hev re fêrî şofortiyê dibin. 
 
Ew hîna li peyê pêkanîna xeyalên xwe ye 
 
Hedleyê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku dayik jî dikarin xwe fêrî ajotina maşîneyan bikin û wiha got: "Di ciwantiya xwe de min dixwest ez xwe fêrî ajotina maşîneyê bikim, lê ji ber zihniyeta civaka Kobanê û kevneşopiyên wê min nedikarî xeyalên xwe pêk bînim. Bi saya fikir û felsefeya  Rêbere Apo îro ez bi temenê xwe yê 60 salî xwe fêrî ajokariyê dikim, ew jinên ku hîna xwe ji wê astê dernexistine, pêwîst e li hemberî zihniyeta mêr-dewlet bisekinin û zîncira ku li pêşiya wan girtiye û bûye bend êdî bila biqetînin. Di hişmendiya mêr de kolekirina jinê heye, ji ber wê pêwîst e her jin li dijî vê hişmendiyê têbikoşe. Piştî şoreşa Rojava jin jî xwedî li mafê xwe derdikeve û cihê xwe di nava saziyan de digire, lê gelek caran jî dewlet bi navê namûsê jinê di bin desthiladariya xwe de difetisîne. Li gorî salên borî civaka Kobanê ji % 50 xwe ji kevneşopiyan rizgar kirine ew jî bi saya perwerdeyê ye, lê hîna jî pêwîstiya me bi perwerdan heye."
 
'Jin bi afrîneriya xwe dikare jiyanê bixemilîne' 
 
Hedleyê di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî jinan kir ku derfetên di destên wan de hene bi kar bînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Armanca fêrbûna min ji maşîneyê ew e ku ez li destên zarokan û hevjînê xwe nenêrim, dema ku dilê min xwest ez biçim cihekî an jî serlêdana kesekê/î bikim ez bi xwe maşîneye xwe biajom, ji ber dema ku dayik an jî bav temenê wan digihêje 50/ 60 salî êdî zarokên wan li wan mêze nakin, destpêkê dema ku ez hatim min perwerde li ser parçeyên maşîneyê dîtin, paşê derbasî ajotinê bûm ev bû 20 roj in ez û bûka xwe bi hevdu re tên xwe fêr dikin. Li malê jî ez pirtûk, quran û rojnemeyan dixwînim û li nûçeyan mêze dikim. Ez sipasiya her kesên ku bi min re bûne alîkar ku hiştin ez xeyalên xwe ya ciwantî pêk bînim dikim. Lê derfet li pêşiya jinan vekiriye, jineke ku bixwaze dest bi pirojeyekê bike bila dest pê bike. Ez di wê baweriyê de me ku wê pirojeyên jinan bi ser bikevin û civak jî wê gelek sûdê jê bigire."