Gel ji bo vîrûsa korona tedbîrên xwe digirin

  • 09:12 21 Adar 2020
  • Rojane
Ruperîn Bekir
 
ŞEHBA - Xebatkarên Nexweşxaneya Avrîn û Heyva Sor a Kurdî li ser tedbîrên ji bo vîrûsa korona nirxandin kirin û gotin:”Ji bo ku em gelê xwe ji vîrûsa Korona biparêzin, li gor derfetên heyî em tedbîr digirin.”
 
Vîrûsa Korona yekem li welatê Çînê derket û roj bi roj li hemû cîhanê belav bû. Di tevahî cîhanê de bi hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan û piranî jî di bin denetima bijîjkan de di karantîna de ne. Heta roja îro jî xeteriya Vîrûsa Korona zêdetir dibe. Ji bo parastina gel ji Vîrûsa Korona, nexweşxaneya Avrîn û Heyva Sor a Kurdî li gor derfetên heyî tedbîr digirin. Derbarê vîrûsa Korona hemşîreyên nexweşxaneya Avrîn û Heyva Sor a Kurdî nêrîna xwe parve kirin.
 
‘Li gor derfetên heyî em tedbîrên xwe digirin’
 
Hemşîreya nexweşxaneya Avrîn, Selwe Ersilan tedbîrên ku girtine wiha anî ziman;”Em li gor derfetênkêm û dorpêçiyê hewil didin gelê xwe ji Vîrûsa Korona û gelek nexweşiyê dîtir biparêzin, heya niha li Şehbayê tu kes bi Vîrûsa Korona neketîye. Beriya gel derbasî nexweşxaneyê bibin em germahiya wan kontrol dikin û mirovê ku kuxika wan hebe an bêhna wan teng bibe em tehlîlan çêdikin û dixin odeyek cuda. Her wiha li qada nexweşxaneyê jî me sînevîzyonek têkîldarê vîrûsa Koronayê li ser ekranê datînin da ku gel xwe çawa ji vîrûsê biparêze pêşkêş dikin.”
 
‘Ji bo parastina gel ji vîrûsa korona me cîhaz daniye’
 
Endama Heyva Sor a Kurdî ya Kampa Serdemê, Zîlan Sîdo li ser vîrûsa Korona wiha got;”Em bi rêya cihaza germahiyê kontrol dikin. Li gor derfetên heyî em parastina tevahî gelê xwe dikin. Ev cîhaza ku me aniye li kampa Serdem û berxwedanê heye, ji ber ku vîrûs derbasî kampê bibin wê kaosek ava bike. Loma em heta ji destên me tê tevî derfetên kêm tedbîran digirin.”