Li Girtîgeha Şirnexê tu tedbîr nehatiye girtin

  • 09:03 21 Adar 2020
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Li Tirkiyeyê belavbûna vîrusa korona herî zêde girtîgeh xistiye bin xetereyê. Malbatên girtiyan xwestin ku bi lezgînî çareseriyekê bibînin û wiha gotin: “Kolonya, dezenfekte, maske û malzemeyên paqijiyê nadin girtiyan. Beriya ku tişt bi girtiyan bê bila demildest tehliye bikin.”
 
Vîrusa Koronayê (Kovîd-19) ku hemû cihanê tehdît dike heta niha li Tirkiyeyê vîrus li 191 kesan hat tespîtkirin û 2 kesî jî jiyana xwe ji dest da. Wezîrê Karê Hundir, di giştînameya ku parve kir de anî bû ziman ku li 81 bajaran kafe û restoran jî tevî hemû cihên girtî ji bo demekê hatin girtin. Her wiha ji ber vîrusê Girtîgehên Tirkiyeyê jî di bin xetereyê de ne. Ji ber vîrusa korona hat îddîa kirin ku piştî Girtîgeha Edîrneyê, Girtîgeha Kepsût a Balikesîrê jî ketiye bin karantînayê.
 
Em wek ajans bi Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Sabuha Akdag û malbatên girtiyan di derbarê girtîgehan de tu tedbîr hatine girtin an na û daxwaziya wan çi ye de  axivîn.   
 
‘Alavên paqijiyê nadin girtiyan’
 
Hevseroka HDP’ê Sabuha Akdag, bi bîr xist ku ji ber vîrusa korona hevdîtinên li girtîgehan hatine qedexekirin û got ji ber vîrusa ku belav dibe herî  zêde girtî dibin xeteriyê de ne. Sabuha, anî ziman ku bavê wê Alî Akdag(60) jî di Girtîgeha Girtî ya Tîpa T’ya Şirnexê de tê girtin û wiha got: “Ji ber ku hevdîtin hatin qedexekirin hefteyê du caran em dikarin bi rêya telefonê hevdîtinê pêk bînin. Parêzerên ku diçin girtîgehê hevdîtinê girtî pêk tînin. Ez duh bi rêya telefonê bi bavê xwe re axivîm. Ji min re got rewşa me baş e lê belê li dijî vîrusa belav dibe tu alav nadin me. Kolonya, dezenfekte, maske û alavên paqijiyê nadin girtiyan. Li girtîgehan tu tedbîr nehatine girtin. Qawişa ku bavê min tê de dimîne 15-16 kes hene û ev jî ji bo wan gelek bi risk e. Bavê min û kesek wekî wî kal jî di qawişê de heye. Bi taybetî jî girtiyên pîr di bin xeteriyê de ne.”
 
‘Em ji rewşa girtiyan gelek bi fikar in’
 
Sabuha, bal kişand ser îdîaya Girtîgeha Kepsûrtê di bin karantînayê de ye û wiha domand: “ Îro girtîgeha Kepsûrt, dibe ku sibehê girtîgehêdin belav bibe. Ji ber vê jî em gelek bi fikar in.Em dixwazin di demek nêz de tedbîr bên girtin. Em dixwazin hemû girtî  bên tehliyekirin. Em ji rewşa girtiyan gelek bi fikar in. Girtî di cihekî girtî de çawa xwe biparêzin? Em dixwazin bêgirtî bên darizandin.”
 
‘Kesên ku vê piştguh dikin berpirsyar in’
 
Dayika Yusuf Şahîn ê ku di Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê de tê girtin Galya Şahîn, bi lêv kir ku ji ber vîrusa belav dibe gelek ditirsin û di bin fikaran de ne û wiha pêl da axaftina xwe: “Li girtîgehan tu tedbîr nayê girtin. Girtîgeh tên piştguhkirin. Em dixwazin ku zarokên me bêne tehliyekirin. Pêwîst be bila hepsa malê bidin. Lê bila ji girtîgehê derbixin. Çawa ku li welatên din tahliye bûn, bila li Tirkiyeyê jî tahliye çêbibin. Beriya ku tişt bê serê girtiyan bila tahliye bikin. Ji xwe em bi salanin ji ber zarokên me di girtîgehan de ne êşê dikişînin. Ger ku tiştek bi zarokê me bê yekem kesên ku vê piştguh dikin berpirsyar in. Bila hemû kes bibe dengê girtîgehan.”
 
‘Bila bi lezgînî çareseriyekê bibînin’
 
Zeynep Şahîn jî diyar kir ku li girtîgehan belavbûna vîrusê îhtîmalek mezin e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em wek malbat gelek bi fikar in. Em dixwazin demildest girtî bên tehliyekirin. Bila bi lezgînî çareseriyekê bibînin beriya ku hîn dereng nebûye.”