ROJEVA 21’Ê ADARA 2020’AN

  • 09:00 21 Adar 2020
  • Rojev
*Sorgul Aytek Avşar, derbarê anketa EMO'yê de diyar kir ku TUÎK rêjeya bêkariyê ya rast ji raya giştî re parve nake û got: “ Em gihaştin encamek wiha ku rastiya bêkariyê li gorî tê gotin 3 qatan zêdetire. BI DÎMEN
 
*Li Tirkiyeyê belavbûna vîrusa korona herî zêde girtîgeh xistiye bin xetereyê. Malbatên girtiyan xwestin ku bi lezgînî çareseriyekê bibînin û wiha gotin: “Kolonya, dezenfekte, maske û malzemeyên paqijiyê nadin girtiyan. Beriya ku tişt bi girtiyan bê bila demildest tehliye bikin.”
 
*Hilwa Xelef a ji gundê Um El-Kêfê  dema ku dewleta tirk gund topbaran dike qezaya tirafîkê derbas dike, lingê wê diêşe û êdî nikare li ser bimeşe. Hilwayê got: "Ez li cîhanê tevahî bigerim, ji ax û mala xwe rûmetir û pîroztir nabînim." BI DÎMEN 
 
*Bi rasthatina roja 21'ê Adarê, jinên Dêrîkê nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Bi hêviya ku Newroza 2020'an bibe Newroza serkeftin û aramiyê." BI DÎMEN 
 
*Xebatkarên Nexweşxaneya Avrîn û Heyva Sor a Kurdî li ser tedbîrên ji bo Vîrûsa Korona nirxandin kirin û gotin:”Ji bo ku em gelê xwe ji vîrûsa Korona biparêzin, li gor derfetên heyî em tedbîr digirin.” BI DÎMEN 
 
*Hedle Berkel ya 60 salî  ji bajarê Kobanê ye, nêrîn û hestên xwe derbarê fêrbûna ajokariya maşîneyê de wiha anî ziman: "Pêwîst e jin li hemberî zihniyeta baviksalarî têkoşên bike û bibe xwediyê biryar." BI DÎMEN 
 
* Malbat û xizmên girtiyan ji ber vîrûsa koronayê di nava fikarand de nin û banga serbest berdanê dikin. Hevseroka HDP’a Tuşbayê Edîbe Babur diyar kir ku xetereya vîrûsa korona zêde bûye û divê girtî bên berdan. Rêvebera TUHAY-DER’ê Nîhal Akbulut jî bi lêv kir ku divê li girtîgehan tedbir bên girtin. BI DÎMEN 
 
* Ji Tora Parastina Jinê Sezen Ozkan ya ji bo piştevaniya penaberan, çû deriyê sînor ê Pazarkuleyê, diyar kir ku mirov bi destê dewletê hatine mexdûrkirin û got: “Vîrûsa korona bi lez belav dibe. Mirov xwe îzole dikin lê sînor nayên fikirîn. Ev sûcê mirovahiyê ye.”
 
*Newroza ku bi agirê ku Kawa di 612’an de pêxist û heta îro berdewam kir, ji bo Gelê Kurd bûn sîmgeya azadî û hebûnê. Agirê ku Berîvan, Sema, Rahşan, Zekiye û Mazluman gur kir, gihişt milyonan. 
 
*Ferîde Emîn yek ji jinên Kurd e ku di serdema Rêjîma Sûrî de Newroz pîroz dikirin, zextên rêjîmê û îsrara Gelê Kurd a pîrozkirina cejna Newrozê nirxand. BI DÎMEN 
 
*Jinên Efrînê yên ku li Şehbayê dijîn, bi hatina Newrozê nêrîna xwe anîn ziman û gotin: "Gelê Efrînê yên ku li Şehbayê dijîn benda vegera Efrînê ne ji bo ku careke din agirê Newrozê li Efrînê geş bikin." BI DÎMEN 
 
*Adar destpêka Buharê û dawiya Zivistanê ye. Di cîhanê de û li seranserê dîrokê gelek bûyer di 21'ê Adarê de derveyî Cejina Newroz , qewimî ne. Lê piraniya gel vê yekê nas nakin. 21'ê Adarê gelek nameyên girîng radigihîne û bûyerên dîrokî di nava xwe de dihewîne.
Newroz 
 
* Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, diyar kir ku li Tirkiyeyê jî bi hezaran kes bi virûsa koronayê re rûbirû mane û got: "Divê di karestên bi vî rengî de em li berjewendiyên siyasî negerin, ev roj roja piştevaniyê ye ku hemû gelê me di bin xetereyekî mezin de ye." BI DÎMEN